​​​​​​​Li Idlibê şerê di navbera hikumeta Şamê û dagirkeriya Tirk de gur dibe

Li Idlibê careke din şerê di navbera hikumeta Şamê û dagirkeriya Tirk de gur dibe. Ev yek hemwextî hevdîtinên navneteweyî yên berfireh rû dide. Gelo sedemên vê yekê çi ne?

​​​​​​​Li Idlibê şerê di navbera hikumeta Şamê û dagirkeriya Tirk de gur dibe
25 hezîran, 2021   07:27
NAVENDA NÛÇEYAN - YEHYA EL-HEBÎB

Beriya du rojan hêzên hikumeta Şamê derdora 2 nuqteyên leşkerî yên dagirkeriya Tirk li gundewarên Helebê û başûrê Idlibê topbaran kirin. Di encamê dehin leşkerên Tirk birîndar bûn.

Ev gurbûna şer a li "herêma bêçek" piştî hevdîtina dawî serokê DYA'yê Jeo Biden û serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan û hevdîtina serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û Joe Biden dest pê kir.

‘GURBÛNA GIRÊDAYÎ DERIYÊN SÎNOR DÊ NEBE SEDEMA ŞEREKÎ MEZIN'

Girêdayî mijarê şîrovekarê siyasî û rojnamevanê sûrî Malik El-Hafiz anî ziman ku ev gurbûn şer di radeya yekemîn de girêdayî mijara deriyên sînor ên hundirîn e ku Rûsya dixwaze di vê mijarê de bi Tirkiyê re koordîne bike, ji bo Şam û Moskovê jî girîngiya xwe bi mijara dosyaya deriyan ve girêdayî ye da ku bi rêya wan alîkariyên mirovî derbasî Sûriyê bibin û deriyê Bab El-Hewa bê girtin.

El-Hafiz got: "Şam û Moskov derbaskirina alîkariyan di deriyê Bab El-Hewa re red dikin û bi vekirina deriyên hundirîn ve eleqedar dibe da ku tevgera bazirganiyê li herêmên di bin serweriya hikumeta Şamê de geş bibe û nirxê lîre baş bibe."

Rojnamevan Malik El-Hafiz diyar kir ku her derbeyek muhtemel li dijî hêzên Tirkiyê dê senaryoyên wê mîna yên berê bin û got, dibe ku Tirkiyê li nuqteyên hêzên hikumetê bide, lê nabe sedemeke şerekî leşkerî rasterast di navbera Şam û Enqereyê de.

Têkildarî dema gurbûnê û atmosfera wê El-Hafiz ev nirxandin kir: "Armancên vê gurbûnê hene ku hemwextî lûtkeya dualî ya Pûtîn û Biden li Cinêvê pêk hat. Rûsya ji vê gurbûnê xwest ku bibe balona ezmûnê, ku pê bersiva rêveberiya Amerîkayê û nêrîna wê ya der barê Sûriyê de di lûtkeya duyemîn de nas bike. Rûsya li bendê ye ku Washingtonê bi erênî nêzî wê bibe û li bendê ye ku helwesteke amerîkî li gorî berjewendiyên wê ber bi pêvajoyeke nû li Sûriyê ve hebe ku di demeke nêzîk de dest bi ji nû ve avakirinê bike."

El-Hafiz diyar kir ku dê hinceta gurbûnê li gel Rûsyayê bimîne û aktîf be, li gel ku hebûna Heyet Tehrîr El-Şam a li di lîsteya terorê ya navneteweyî de li ser xaka bakur û rojavayê Sûriyê didome.

' LIHEVKIRINÊN BERÊ YÊN RÛSYA-TIRKIYÊ NE PÊKAN E KU PÊK WERIN'

El-Hafiz anî ziman ku ji bo ev gurbûn raweste, pêwîstiya Rûsya û Tirkiyê bi xebata DYA'yê heye û wiha dom da axaftina xwe: "Ji me re diyar bû ku lihevkirinên berê yên Rûsya –Tirkiyê yên der barê bakurê Sûriyê de ne mimkun in bi awayekî normal pêk werin, sedema vê yekê xemsariya rêveberiya Trump bû ku ji ber berjewendiyên di gelek mijarên girîng de nikarîbû lihevkirinên di navbera Rûs û Tirkan de temam bikira."

Têkildarî girêdana vê yekê bi hevdîtinên navneteweyî re Malik El-Hafiz got: "Bi teqez hevdîtinên navneteweyî di pêvajoyeke demekî de ji rewşa siyasetên hundirîn ên dewletên aktîv di kar û barên Sûriyê de tê. Di demeke nêzî de em ê  gerên nû ji gurbûnê bibînin, heta ku bighêjin lihevkirinên nû an jî lihevkirinên berê nû bikin."

' RÊVEÇÛNA RÊVEBERIYA JOE BIDEN NE ZELAL E'

El-Hafiz bal kişand ser xeta rêveçûna pêşketinên li Idlib û Sûriyê û got: "Îhtîmeke mezin heye ku li bakurê rojava gurbûn çêbibe, lê têkildarî rewşa siyasî li gel ku daxwaza Washingtonê ya pêşkêşkirina pêşniyar meqbûl li gel Rûsya nine, dê Rûsya bimîne piştevanî rejîma siyasî ya heyî li Sûriyê."

Malik El-Hafiz destnîşan kir ku Washington nêrîna xwe ya nû ya têkildarî siyaseta xwe ya derve zelal nekiriye, di heman demê de diyar dike ku dê di mijara domandina cezayan de siyaseta rêveberiya berê bimeşîne, siyaseta Biden a derbarê Sûriyê de hîna ne zelal e.”

Şîrovekarê siyasî û rojnamevan Malik El-Hafiz di dawiyê de got: "Ev hemû dê temenê aloziya siyasî ya li Sûriyê dirêj bike û ajoyeke rasteqîn di xeta siyasî ya têkildarî komîteya destûrî de nade. Her wiha li gel hebûna Tehrîr El-Şamê domandina alozî û rageşiya li bakurê Sûriyê an jî rojavayê wê disepîne. Ji bo rojhilatê Sûriyê jî heger nexşeyeke li gorî lihevkirina sê aliyên aktîv li Sûriyê neyê dayîn dibe ku di pêşerojê de gurbûneke çêbibe."

(bb)

ANHA