Rojnameyên erebî: Rûsyayê êrişên xwe yên li dijî Idlibê zêde kirin

Rojnameyên erebî îro der barê topbarana li Idlibê, mijara derbaskirina alîkariyên mirovî ji Sûriyê re û kar û barên Filistinî de nivîsandin.

Rojnameyên erebî: Rûsyayê êrişên xwe yên li dijî Idlibê zêde kirin
25 hezîran, 2021   07:57
NAVENDA NÛÇEYAN

`ÊRIŞÊN HEWAYÎ YÊN RÛSYAYÊ LI DIJÎ IDLIBÊ HEMWEXTÎ ŞERÊ DÎPLOMATÎK Ê LI NEW YORKÊ’

Têkildarî rewşa Sûriyê rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivisî: “Balafirên Rûsyayê duh derdora Idlibê topbaran kir, hemwextî wê li New Yorkê têkildarî dirêjkirina biryara navneteweyî ya girêdayî derbaskirina alîkariyên mirovî bi rêya sînorên Sûriyê, şerekî dîplomatîk di navbera Rûsya û dewletên rojavayî de derket. Ev biryar di 10`ê Tîrmehê de betal dibe.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) balafirên şer ên Rûsyayê 3 caran êriş birin ser herêma Eyn Şîb a rojavayê Idlibê û bombebaran kir. Hemwextî wê balafirên Rûsyayê û balafirên keşfê li asîmanê herêmê geriyan û hêzên hikumeta Şamê jî herêmên cuda yên Başûrê Idlibê topbaran kirin. Navendê bi bîr xist ku dewleta Tirk a dagirker hebûna xwe ya leşkerî xurttir dike û komên çeteyan nuqteyên hêzên hikumeta Şamê yên başûrê Idlibê kirin hedef. 

Li New Yorkê, Rûsya li hemberî hişyariyên sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres û nûnerên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û dewletên rojavayî sekinî ku dixwazin alîkariyên mirovî yên pêwîst derbasî bakurê rojavayê Sûriyê bikin. Îhtîmal heye ku Moskov mafê vetoyê bi kar bîne da ku daxwaza hikumeta Şamê ya girtina deriyê sînor ê Bab El-Hewa yê bi Tirkiyê re bîne cih.”

‘ŞERT Û MERCÊN WEFATA ÇALAKVAN NÎZAR BENNAT, MEHMÛD EBAS DIDIN ŞERMKIRIN`

Girêdayî kar û barên Filistînê rojnameya El-Ereb wiha nivisî: “Piştî ku çalakvanê siyasî Nîzar Bennat ji aliyê saziyên ewlehiyê yên Filistînê ve hat girtin, jiyana xwe ji dest da. Kolana Filistînê ji vê nûçeyê ecêb ma. Li ser asta navneteweyî jî bang hat kirin ku lêpirsîneke cidî were vekirin da ku sedemên wefatê bên naskirin.

Li gorî pêşbiniyan, dîmena ku Bennat rayedarên desthilata Filistînê wek çete bi nav kirine, sedema girtina wî ya roja pêncşemê bû ku di dawiyê de jiyana xwe ji dest da. Xizmên wî bi bîr xist ku Nîzar Bennat dema ji mala xwe ya li El-Xelîl a li Difa Xerbiye hat girtin, hêzên ewlehiyê bi awayekî zêde lê dane.

Piştî wefata Nîzar Bennat bi sedan filistînî daketin qadan û heta ku siyasetmedar û hiqûqnas tev lê bûn û banga vekirina lêpirsîneke cidî û hilweşandina desthilata heyî kir.

Li gorî gelek analîzvan û siyasetmedaran, dibe ku wefata Bennat asta acizbûna gel a li hemberî desthilata Filistînê gurtir bike. Girêdayî wê nivîskar û analîzvanê siyasî Cîhad Herib ku tev li xwepêşendanê bûye, got: “Bi baweriya min, rewş wê girêktir bibe. Ji ber ku civaka filistînî nema dikare binkeftinên desthilata heyî tehemul bike. Bikaranîna tundiyê li dijî xwepêşendêran dê rewşê aloztir bike.”

‘BERLÎN 2 PÊŞEROJA LÎBYAYÊ DIYAR KIR Û RÊ LI PÊŞIYA RAHÊNANÊN ASTENGKARAN GIRT’

Têkildarî rewşa Lîbyayê jî rojnameya El-Beyan wiha nivisî: “Piraniya aliyên Lîbyayê encamên Kongeya Berlîn 2 bi erênî nirxand ku civaka navneteweyî hewl da çareseriyeke giştî ji bp aloziyê peyda bike. Nexasim ku daxwazên hêzên nîştimanî û aliyên herêmî û navneteweyî dibersivîne ku armanc dikin ku Lîbya serdestiya xwe vegerîne. Di wê çarçoveyê de dê hemû çekdarên biyanî ji Lîbyayê derkevin, milîsên wê ji hev werin xistin.

Nûnerê navneteweyî bangewaziya sekreterê giştî yê NY`yê dubare kir ku rê li pêşiya hemû mudaxeleyên derve were girtin û hemû hêzên biyanî û çete ji Lîbyayê vekişin.”

(şx)