Fehîme Hemo: Îtîlaf bû alaveke ji bo pêkanîna berjewendiyên Tirkiyê

Endama Meclisa Serokatiya MSD`ê Fehîme Hemo got qaşo Îtîlafa Sûrî ya ne "Niştimanî" veguherîye alaveke sîxurtiyê, derbasî herêman dibe û xizmeta dewleta Tirk a dagirker dike, ji lew re divê muxalif ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê ber bi diyalogan ve biçe.‏

Fehîme Hemo: Îtîlaf bû alaveke ji bo pêkanîna berjewendiyên Tirkiyê
25 hezîran, 2021   03:06
HELEB-MIHEMED EBDO

Serokê qaşo "Îtîlafa sûrî" yê bi navê Nesir El-Herîrî di daxuyaniyên hefteya borî de bang li dewleta Tirk a dagirker kir ku li gel çeteyên qaşo "Artêşa Nîtimanî" destwerdana leşkerî li Til Rifet, Minbic û tevahî herêmên Sûriyê bike.

Ev daxuyanî ji aliyê gelê sûrî ve hatin redkirin, ji ber ku xiyaneteke eşkere ya li hemberî xwediyên erd ên resen e û ew bang hatin redkirin.

Têkildarî vê mijarê û detayên daxuyaniyên dawî yên li ser zimanê serokê Îtîlafê û bandora wan a li ser qada Sûriyê, ANHA`yê hevpeyvîn bi Endama Meclisa Serokatiya MSD`ê Fehîme Hemo re çêkir û diyar kir ku helwesta Îtîlafa Sûrî ya li hemberî gelê sûrî şermek e.

Fehime Hemo îtîlaf bi ne nîştimanî wesif kir, ji ber li gorî armancên xwe yên parastina gelê Sûriyê tev negerî.

Fehîme Hemo wiha got: "Lê tişta ku me di pratîkê de dîtiye, rêgezên ku li ser bingeha wê îtîlaf hatiye avakirin, dijber in. Me dît ku çawa ew li gorî berjewendiyên Tirkiyê tev digere û bû parêzvanê yekemîn a siyasetên dewleta Tirk ên li dijî gelên herêmê."

ꞌARTÊŞEKE SÎXUR E, NE NIŞTIMANÎ YEꞌ

Têkildarî siyaseta dewleta Tirk a li herêmê Fehîme Hemo wiha domand: "Siyaseteke berfirehkirinê ye ku dîrok û hebûna gelê herêmê dike armanc, mînaka wê jî dagirkirina erda Sûriyê ye. Dewleta Tirk bi piştgiriya qaşo Artêşa Niştimanî ku di rastiya xwe de ne nîştimanî ye, lê Sîxur e û nûnertiya vîna gelê Sûriyê û daxwazên wan nake, herêmên Sûriyê dagir kirin."

Der barê bikaranîna dewleta Tirk a çeteyên qaşo "Artêşa Niştimanî ya Sûrî" ji bo xizmetên xwe, Fehîme Hemo wiha pê de çû: "Dewlweta Tirk bi rêya wan çeteyan bakurê sûrî dagir kir, rejîma tirkî ji bo garantiya berjewendiyên xwe wan bi kar tine, çi li Lîbyayê û çi li herêma Qerebaxê be. Raporên medyayê  yên dawî îşaret pê kir ku dewleta Tirk ew çete ji bo êrişên li dijî Başûrê Kurdistanê û Iraqê şandin."  ‏

ꞌÎTÎLAF ALAVEKE TIRKIYE YA BERFIREHKIRINÊ YEꞌ

Fehîme Hemo diyar kir ku daxuyaniyên Nesir El-Herîrî yên dawî yên têkildarî banga ji Tirkiye re ku herêmên Sûriyê dagir bike, îsbat dike ku îtîlaf bûye amûreke çetetiyê di destê dewleta Tirk de.

Endama Meclisa Serokatiya MSD`ê îşaret bi herêmên dagirkirî kir ku bûye qada revandin, qetilkirin û wêrankirina binesaziyê û tevahiya rêbazên dijmirovahî li pêşberî çavên civaka navneteweyî û nûnerên Îtîlafê pêk tên û ev lê axaftina xwe zêde kir: "Civaka navneteweyî û nûnerên îtîlafê tu helwestê li hember van sûcan nîşan nadin."

ꞌDIYALOG BAŞTIRÎN ÇARE YEꞌ

Fehîme Hemo wiha dirêjî da axaftina xwe: "Em nûnerên gelê ‎Sûriyê israr dikin ku armanc û vîna me bi rêya diyalogan pêk tê. Ji ber ku diyalog rêya tekane ya çareserkirina ‎aloziya ku welat ji beriya deh salan ve tê re derbas dibe." ‎

Fehîme Hemo li dawiyê bang li îtîlafê kir ku dev ji ximzetkirina dijminên gelê Sûriyê û dagirkeran berde, her wiha bang li tevahî aliyên muxalif kir ku civînekê li dar bixin, da ku çareyekê ji bo gelê Sûriyê bibînin û mafên wî misoger bikin.

‎(eh)‎

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Kqv-6fZ8A4Y" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>