Hebûn û statûya Kurdan tenê bi yekîtiyê misoger dibe

Dîroka Kurdan bi belgeyan dide xuyakirin ku Kurd tenê bi yekitiya xwe dikarin li hemberî hemû êriş û komployan bisekinin û xwe biparêzin.

Hebûn û statûya Kurdan tenê bi yekîtiyê misoger dibe
25 hezîran, 2021   00:46
NAVENDA NÛÇEYAN - KENDAL CÛDÎ

Parçebûyîna di nava Kurdan de xalek giringe ku buye sedem heya niha kurd nikarîbin hebûyîn û statuya xwe  bi cîhanê bidin qebûlkirin. Ev rastiya dîrokê îro bi me dide xuyakirin ku parastina statuya Başûrê Kurdistanê û parastina îstiqrara wê, tenê bi hêzeke hevgirtî ya tevahiya Kurdan misoger e, ne bi sûcdar û pêkanîna daxwazên dagirkeran.

Dive mirov di perspektîfa dîrokî rastiya ku îro li Kurdistan tê jiyîn binirxîne da ku bikare siyaseteka rast pêkbîne û nehêle ku careke din dîrok xwe dûbare bike. Di heman demê ji ber ku mijareke rojane û xeterî bi xwe re tine divê helwest û siyaseta PDK’ê jî li gor ve rastiyê bê destgirtin. Rayedarên PDK`ê çi dema dewleta Tirk a dagirker li dijî Başûrê Kurdistanê êrişan dide destpêkirin, yekser sedema êrişan xist stûyê PKK`ê. Lê rojekê jî rayedarên PDK`ê komkujiyên ku dewleta Tirk li Başûrê Kurdsitanê li dijî sivîlan pêk tîne, nabîne. Ruxmî ku gelek hêzên siyasî li Başûr tevî saziyên civaka sivîl û rêxistinên navneteweyî vê yekê piştrast dikin.

Ya balkêş ew e ku rayedarên PDK`ê, PKK`ê bi gotina ku ewlekarî û îstiqrara herêma Başûrê Kurdistanê têk dibe tawanbar dikin.

Lê her dema ku êriş li dijî Başûrê Kurdistanê çêbûye, gerîlayan bi canbexşane parastina Başûr kiriye. Em dûr neçin; dema ku DAIŞ`ê sala 2014`an êrişî Başûr kir, wê demê hevalbendê PDK`ê dewleta Tirk li bendê bû ku DAIŞ tevahiya Başûrê Kurdistanê dagir bike. Jixwe di bin re alîkarî dida çeteyan. Wê demê, Mesûd Barzanî got dewleta Tirk di şerê li dijî DAIŞ`ê de alîkariya me nekir. Dema ku gerîlayên Kurdistanê derbasî Başûr bûn û li kêleka pêşmergeyan Başûr parast, Mesûd Barzanî çû gel fermandarên HPG`ê yên li Başûr û spasiya wan kir.

Di sala 2017`an de, dema referanduma Başûrê Kurdistanê hate ragihandin; Îran, Tirkiye û Iraqê, Başûrê Kurdistanê dorpêç kir û Kerkûk hat dagirkirin. Gotinên Erdogan ên wê demê yên li dijî Başûrê Kurdistanê û rêveberiya wê, di bîra her kesî de ne.

PKK’Ê DI DEMÊN DIJWAR DE BAŞÛR PARAST

Ev her du mînakên herî nêz bûn ku di bîra her kesî de ne, dema ku gerîla serwerî û axa Başûrê Kurdistanê parast. Kêm zêde mirov heke vegere dîroka ji sala 2014’an heta 2017’an dê van rastiyan bi belge û wêne bibîne. Hema ji van her du mînakan diyar dibe ku berovajî îdiayên rayedarên PDK`ê bê çawa PKK`ê Başûrê Kurdistanê di demên herî zehmet de parastiye.

Dewleta Tirk a qirker, ji 23`yê Nîsanê ve li dijî Başûrê Kurdistanê êrişeke berfireh a dagirkeriyê dest pê kiriye. Gelek çavdêr û analîzvan van êrişan wek xêzkirina nexşerêya Mîsaqa Mîllî bi nav dikin. Jixwe di gotin û helwestên rayedarên dewleta Tirk de, ev yek bi awayekî eşkere diyar dibe. Bi gotineke din dixwazin Başûrê Kurdistanê heta xeta Kerkûk, Mûsilê û Şengalê dagir bikin.

Lê li hemberî van êrişan, gerîlayên azadiya Kurdistanê berxwedaneke bêhempa nîşan didin û Başûr bi xwîna xwe diparêzin. Li hemberî vê yekê, rayedarên PDK’ê û tevî çapemeniya wan bi şev û roj êrişên dewleta Tirk dixin stûyê PKK’ê û PKK`ê wek sûcdar bi nav dikin.

ÇAPEMENIYA PDK’Ê Û NAKOKIYÊN KURDAN

Nexasim çapemeniya PDK`ê li şûna ku rastiya êrişên dewleta Tirk ji raya giştî re vebêje, şerekî kurdî-kurdî di weşanên xwe de gur dike. Mirov dibêje qey ragihandina PDK`ê bûye ragihandina dewleta Tirk. Her wiha çapemeniya PDK`ê îdia dike ku PKK`ê serweriya Başûr binpê kiriye û banga derketina PKK`ê ji Başûrê Kurdistanê dike. Lê çavdêr dibêjin ku dema DAIŞ`ê êrişe Başûr kir û gerîla bi hawara Başûr de hat, wê demê çima PDK û çapemeniya wê negot bila PKK ji Başûr derkeve?! Ev pirsek e ku hemû Kurdên welatparêz li benda bersiva wê ne.

Têkildarî mijarê, endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Duran Kalkan beriya çend rojan tev li bernameya taybet a Medya Haber TV bû û got: "Artêşa Tirk çima li vir e? Kê aniye? Yanî yên ku anîne bila rabin eşkere bikin, ragihînin. Bila bêjin 'min bang li vê artêşê kiriye, dostê min e, baş e'. Çima nabêjin? Ji tirsa çi nabêjin? Bi sûcdarkirina PKK'ê hewl didin vê rewşê binixumînin. Gelo raya giştî ehmeq e, ji wan heye ku dikare bixapîne? Her kes dizane ku li hev kirine û bi vî rengî hatine."

Li ser îdiayên rayedarên PDK`ê ku dibêjin PKK rêveberiya Başûr nabîne, anku îtirafê pê nake, Duran Kalkan got: "Rêber Apo û tevgera me pêşniyar kir ku Mesûd Barzanî û Leyla Zana bi hev re bibin hevserokên Kongreya Neteweyî. Dibêjin 'PKK me nas nake, dixwaze me tune bike'. PKK xwest te bike serokê neteweyî. Lê wan xwe ji vê vekişand."

PKK Û MUDAXELEYA LI BAŞÛR

Li ser îdiayên PDK`ê ku PKK`ê destwerdana li kar û barên rêveberiya Başûr dike, nivîskar û lêkolînerê siyasî Hisên Umer got: “Gelek rêveber û kesayetên Başûrê Kurdistanê piştrast dikin ku PKK’ê destwerdana kar û barê hundirîn ê Başûrê Kurdistanê nekiriye. Lê desthilata PDK`ê ku hevkara hikumeta ku dijminatiya Kurdan dike, hewl dide PKK`ê bikişîne nava şerekî din da ku hêzên dagirker ên Tirkiyê tevahiya Başûrê Kurdistanê dagir bike. Dibe ku yê xwendevan pirs bike çima PDK wisa dike; bersiv ew e ku PDK dibêje an ez ê rêveberiya hemû Kurdistanê bikim, an ez ê bi serê hemûyan de xerab bikim. Bi vê zîhniyetê, PDK`ê tev digere."

Li ser destekdayîna PKK’ê ji rêveberiya Başûrê re, Kalkan ji di heman bernameya tv de got: “Gelo pêwîstiya wan bi pere heye, bi şervanan heye, hêz hene ku gefê li wan dixwin? Em amade ne ku di asta hêza xwe de bersivê bidin van hemûyan, hêza me gelek e. Li şûna ku ji hinekan bixwazin bila bên ji PKK'ê bixwazin, bila bibêjin ku em derfetên PKK'ê bi kar bînin. Eger PKK'ê got na, bila hingî PKK'ê sûcdar bikin… Têkiliya bi PKK'ê re her tim bi PDK'ê dide qezenckirin. Kes nikare berovajî vê îdia bike û îspat bike."

Têkildarî girîngiya axaftina Duran Kalkan a destekdayîna ji rêveberiya Başûr re, Hisên Umer got: “Nameya birêz Kalkan eşkere bû. Kalkan bi nameya xwe şîrove dike ku wan ji parastina Başûrê Kurdistanê her tişt kiriye. Tevî hin mijarên nakok jî, lê PKK naxwaze rêveberiya Başûr têk biçe. PKK destwerdana kar û barên Başûr nake, lê divê ew jî di şerê dewleta Tirk ê li dijî PKK`ê, destekê nedin dewleta Tirk."

Başûrê Kurdistanê ku destkeftiyeke hemû Kurdan e û ji bo ev destkeftî mayînde bimîne, pêwîstiya Başûr bi du stratejiyan heye:

1. Lihevhatina hêzên kurdî ye anku divê Kurd di her alî de destekê bidin hev û kongreyeke neteweyî ya kurdistanî were lidarxistin da ku Kurd ev sedsala pêşiya me winda nekin.  

2. Derketina hêzên dewleta Tirk a dagirker ji tevahiya Başûrê Kurdistanê û rakirina hemû baregehên wê yên di nava axa Başûrê Kurdistanê de.

'LIDARXISTINA KONGREYA NETEWEYÎ DERENG MA'

Gelek çavder, siyasetmedar û derdor jî her tim pêwîstiya kongreyeke neteweyî ya kurd tînin ziman û ji bo vê bang dikin. Edîtorê rojnameya PolîtîkAzad Luqman Guldivê têkildarî vê yekê dibêje: "Esas dem bihuriye, anku ev kongre dereng maye. Kongreya neteweyî ya Kurdistanê divê ji mêj ve bihate lidarxistin. Di xebatên salên 2013-2014`an de yên ji bo kongreyê hatin kirin, îşaret bi derengmayîna kongreyê hate kirin. Jixwe îro dema em rewşa Başûr û Rojava dibînin, pêwîstiya mekanîzmaya ku KNK`ê ji bo kongreyeke neteweyî diyar kiriye, derdikeve holê.”

'DIVÊ KURD ZEXTÊ LI PDK`Ê BIKIN DA KU BEŞDARÎ KONGREYA NETEWEYÎ BIBE'

Luqman Guldivê, têkildarî zemîna lidarxistina kongreya neteweyî da zanîn ku ew wek rojnamevan dibîne ku divê bê şert û merc derfetek were peydakirin da ku hemû aliyên kurdî werin gel hev û wiha domand: "Ev alî kijan dibe bila bibe, heta ew aliyên ku bi dewleta Tirk re hevkariyê dikin, divê tev li amadekirina vê zemînê bibe. Ji aliyên din tevahiya çînên Kurdan, nexasim saziyên civaka sivîl ên Kurdan û hemû partiyên siyasî zextê PDK`ê bikin da ku beşdarî amadekiriyên kongreya neteweyî bibe."

Eger PDK rîska vê pêvajoyê baş nenirxîne û her du stratejiyên li jorê pêk neyne, bê guman rewşa Başûr her ku biçe dê xerabtir bibe. PDK wisa difikire ku eger PKK ji Başûr derkeve, dê êrişên dewleta Tirk a dagirker werin rawestandin, lê bila PDK vê baş bizane ku eger îro PKK têk çû, sibê dora hêzên din ê Kurdan e. Dîroka me ya Kurdan bi van mînakan têr û tijî ye.

ANHA