Li gundewarên Minbicê 4 çeteyên Tirkiyê  hatin kuştin

Hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê hewldanên çeteyên dewleta Tirk a dagirker têk birin û di encamê de şer derket û 4 çete hatin kuştin.

Li gundewarên Minbicê 4 çeteyên Tirkiyê  hatin kuştin
24 hezîran, 2021   20:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çapemeniyê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku derdora saet 4`ê vê sibê çeteyan hewl da derbasî nuqteyên şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê yên li gundê Toxar ê bakurê rojhilatê Minbicê bibin, lê şervanên meclisê bersiv da û di encamê de şerekî dijwar qewimî, 4 çete hatin kuştin û yên din jî reviyan.

(eh)

ANHA