Qahîra civînên bi Enqereyê re rawestandin

Li gorî çavkaniyên ku rewşa Qahîrayê dişopînin, Qahîrayê agahî da Enqereya ku tedbîrên dawî yên ku li dijî endamên rojnamegerî yên girêdayî îxwanan hatine girtin têrê nakin ku têkikî û koordîna di navbera her du aliyan de pêk werin.

Qahîra civînên bi Enqereyê re rawestandin
24 hezîran, 2021   19:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî tora Erebiyê nameyên Misirê îşaret pê dikin ku ewlehiya welat bi tu awayan nayê nîqaş kirin.

Çavkaniyan destnîşan kir ku Qahîrayê da zanîn ku bêyî şer û mercan divê dewleta Tirk ji xaka Lîbyayê bi der keve, heke na, dê tevahî danûstandinan taloq bike.

Her wiha çavkaniyan eşkere kir ku Qahîra peyamên lezgîn ji saziyên ewlekariya Tirkiyê û îstixbataran re şandin ku ew ê hevkariya ewlehî ya gelek dosyayan taloq bike, ew jî ji ber hebûna leşkerî ya Tirkiyê li xaka Lîbyayê.

Têkildarî mayîn hiş şêwirmend û çeteyan li Lîbyayê Misirê diyar kir ku ew qebûl nakin ku tu kes li Lîbyayê heta dawiya îsal bimîne..

Der barê dosya rojhilatê Deryayê Spî de desthilta Misirê diyalogên li ser dosya gaza rojhilata Deryaya Spî jî red kir.

Çavkaniyan ragihand ku peyamên Misirê daxuyand ku ew tu endamên radest nake û nahêle hin berpirsên Tirkiyê zêdegaviyan pêk bîne, jê jî şêwirmendê serokkomarê Tirkiyê Recep Teyyîp Erdogan, Yasin Aktay.

Tevî peyamên dewleta Tirk ên lezgîn ên ji bo pêkanîna civînên nû, Qahîra da zanîn ku ew civînên dualî heta demeke nediyar taloq dike.

(eh)