Weqfa Newroz a Lubnanê şehîdên komkujiya Helincê bi bîr anîn

Weqfa Newroz bi wesîleya salvegera yekemîn a komkujiya Helincê û bi beşdariya endama Koordînasyona Kongreya Star Asya Ebdullah û bi dehan endamên Kongreya Star ên Lubnanê panelek li dar xist. Beşdaran komkujî û sûcên ku Tirkiye li dijî jinan pêk anîn şermezar kirin.

Weqfa Newroz a Lubnanê şehîdên komkujiya Helincê bi bîr anîn
24 hezîran, 2021   19:30
BEYRÛT

Seroka Weqfa Newroz a Çanda Civakî ya Lubnanê Henan Osman panel bi rê ve bir û endama Koordînasyona Kongreya Star Asya Ebdullah axivî û got: "Kurd îro bûne xwedî hêzeke mezin bi rêya wê karîn parastina xwe, rûmeta xwe û parastina erd û civaka xwe bikin, li dijî tevahiya aliyên ku wan dikin armanc, di serê pêşî de NATO`yê, dagirkeriya Tirk, çeteyên DAIŞ`ê û tevahiya hêzên tundraw disekinin. Tişta tekane ku me wekî gelê Kurd bihêle em parastina xwe û civaka xwe bikin, her wiha dihêle ku em bi rûmet bijîn; hêza me ya ku parastina me dikin, dibe ku li wir hin hevkarî bi hêzên derve re çêbibin, lê ger em berdêlan nedin û berxwedanê berdewam nekin dê tu kes dengê me nebihîze û piştgiriya me neke."

Asya Ebdullah ev li gotina xwe zêde kir: "Ji ber vê yekê divê em bi rihê têkoşînê û fedayî hevgirtina xwe ava bikin da ku em mafên xwe bi dest bixin û li ser xaka xwe bi rûmet û azad bijîn."

Di dawiya panelê de gelek çalakgerên jin û endamên Kongreya Star bi wesîleya salvegera komkujiya yekemîn a Helincê daxuyaniyek da.

Çalakger Nesrîn Biro daxuyanî xwend û wiha tê de hate gotin:

"23`yê Hezîranê salvegera yekemîn a qetilkirina hovane ya her sê çalakgerên Kurd e; Zehre Berkel, Hebûn Xelîl û dayika Emîne Weysî, her sê jin bi balafira bêpîlot a dagirkeriya Tirk li dijî maleke li gundê Helincê yê girêdayî kantona Kobanê hatin hedefgirtin.

Em wekî çalakgerên jin û endamên Kongreya Star a Lubnanê tevahiya jinên ku berê û niha li tevahiya cîhanê dibin armanc, nexasim li Kurdistanê bi bîr tînin, her wiha bejna xwe li hemberî şehîdên komkujiya Helincê ditewînin û em bi şehîdên xwe ve girêdayî ne

Hedefgirtina jinên pêşeng ên Kurdistanê û Tirkiye û tevahî cîhanê planeke bimetod e  û asta xeteriya hişmendiya baviksalarî ya li ser jinên têkoşer û pêşeng dide xuyakirin. Ji ber jinên pêşeng desthilatê ditirsîne her wiha ji ber ku çalakger, rewşenbîr, şerker û siyasetmedar in parastina welat û erda xwe dikin, ji lewma bi vê hovîtiyê têne hedefgitin.

Em îro li Weqfa Newroz a Çanda Civakî kom bûne da ku sûcên dewleta Tirk ên ku her roj li dijî jinan pêk tên şermezar bikin, herî dawî jî endama HDP`ê Deniz Poyraz kir armanc, ew hedefgirtin li pêşberî çavên hêzên ewlekariya Tirkiyê pêk hat.

Di heman demê de em sûcên hovane yên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gel bi giştî  û li dijî jinan bi taybet şermezar dikin.

Li ser vê yekê em bang li tevgerên jinan û rêxistinên ku parastina mafên jinan dikin, tevahiya rêxistinên mafnas  dikin ku li hemberî sûcên faşîzma Tirkiye bi erkên xwe yên exlaqî û mirovî rabin."

(eh)

ANHA