Li Helebê panelek li ser çareserkirina krîza Sûriyê

Nivîsgeha MSD’ê ya li Helebê, panelek bi sernavê "Astengiyên niha û pêşerojê ji bo çareserkirina krîza Sûriyê" li dar xist, da ku pêşdeçûnên li Sûriyê û astengiyên li pêş çareseriyên krîza Sûriyê nîqaş bikin.

Li Helebê panelek li ser çareserkirina krîza Sûriyê
Li Helebê panelek li ser çareserkirina krîza Sûriyê
Li Helebê panelek li ser çareserkirina krîza Sûriyê
Li Helebê panelek li ser çareserkirina krîza Sûriyê
Li Helebê panelek li ser çareserkirina krîza Sûriyê
Li Helebê panelek li ser çareserkirina krîza Sûriyê
24 hezîran, 2021   18:51
HELEB-MIHEMED EBDO-ARIF SILÊMAN

Bi armanca lêkolînkirina pêşniyaran ji bo derbaskirina astengiyên li pêş asoyên çareserkirina krîza Sûriyê û xebata li gorî armanca avakirina Sûriyeke demokrat a pirrengî, MSD’ê  panelek bi beşdariya nûnerên ji partiyên siyasî, rûspî û gelek kesayetên serbixwe li dar xist.

Panel li hola civînan a girêdayî MSD’ê ya li beşa rojhilatê taxa Şêxmeqsûdê li dar ket.

Panel bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, dûvre rojnameger û nivîskarê siyasî Cemîl Reşîd mijara bingehîn a panelê xwend.

BANDORÊN KRÎZA SÛRIYÊ

Cemîl Reşîd di destpêkê de destnîşan kir ku di ser krîza Sûriyê re zêdetirî 10 salan derbas bû û ew krîzeke civakî, siyasî, aborî û hwd. Gelek pirsgirêkên civakî bi xwe re anîn. Di vê krîzê de hevalbendên siyasî, polarizî, mezhebî û nakok derketin, bi xwe re nakokî kûr kirin, erdnîgarî li gorî hêzên serwer û îdolojiyên wan dabeş kirin, lê tu girêdana wan bi netewebûn û demokrasiyê re tune ye.

Cemîl Reşîd da zanîn ku ji encama xwepêşandanên gelêrî yên bi navê "şoreşê" an jî bi wesifkirineke durist ku nakokiyek di navbera du aliyan de li ser desthilatê derket. Yek rejimeke xwe zexm kir û ya din jî muxalifê ku erk û armancên xwe bi qezeckirinê ve girê da, lê çarenûsa gel ku di nava du aliyan de ye, ne di xema wan de ye."

DEWLETA TIRK XEBATA LI SER VEJANDINA DAIŞ’Ê DIKE

Cemîl Reşîd wiha domand: "Di şerê Sûriyê de veguherîneke herî xeternak derket, ew jî derketina komên leşkerî yên pirreng in ku xwe spartin îdolojiyên îslamî, bi wê re îflasbûna neteweyî û demokrasî nîşan dide, tevger û komên xwe dispêrin perspektîfên îslamî hêsan dikin mîna koma Îxwan El-Mislimîn, ligel wê jî projeya fikirî û siyasî ku xebata muxalifê bike yek, tune ye."

Cemîl Reşîd eşkere kir ku bi şerê Baxozê û ragihandina bidawîkirina DAIŞ’ê ji aliyê erdnîgarî ve li Sûriyê, li kêrî hêzên ku piştevaniya wê dikin nehat û hewl da planên ji nû ve vejandina rêxistina terorîst deynin, da ku aramî û ewlehiya li herêmê û tevahî Sûriyê derbe bikin.

Reşîd diyar kir ku rêxistina terorîst hewl da sûdê ji piştevniya dewleta Tirk bigire û herêmên ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve hatine dagirkirin li gorî berjewendiya xwe bi kar bîne, da ku xwe komî ser hev bike, êrişên terorîst pêk bîne.

SERKEFTINÊN MSD’Ê HIŞT KU ÊRIŞ BI HINCETÊN DEREW PÊK BÊN

Der barê hevalbendiyên MSD’ê de Cemîl Reşîd eşkere kir ku wan hevalbendan MSD’ê ber bi merheleyeke nû ya pêşketinan ve bir, bi taybet piştî ku şerîyet bi rêya gelek hêzên di bin ala wê de û xebata wê ya pêşkêşkirina projeyan ji bo çareserkirina krîza Sûriyê, wergirt.

Têkildarî armanckirina nexweşxaneya Avrîn a li hundirê Efrînê de Reşîd wiha pê de çû: "Dewleta Tirk hewl da QSD’ê tawanbar bike, da ku wê reş bike û bi terorê daxma bike, lê bi bin ket."

Li ser daxuyaniyên Nesir El-Herîrî Cemîl Reşîd da zanîn ku gelek hêzên siyasî, neteweyî û demokrasî yên Sûriyê ew şermezar û red kirin. El-Herîrî bêyî ku şermek bike yan jî atomeke welatparêziyê pê re hebe, bang li dewleta Tirk a dagirker dike ku herêmên Minbic û Til Rifetê dagir bike. Gelo çawa sûriyek bang li hêzên biyanî dike ku xaka wî dagir bike, ma gelo mirov dikare vî kesî bike ku nûnertiya Sûriyê dike. Lê mixabin ew kes ji bilî xwe bi terorê tawanbar dike, bi wê re li ser tevahî hêzên terorîst ên ku gendelî û terorê li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî pêk tînin, dipêçe."

RÊVEBERIYA XWESER JI BO DERBASKIRINA ASTENGIYAN GELEK ÇARESERÎ PÊŞNIYAR KIRIN

Cemîl Reşîd got ruxmî dorpêça li ser herêmên Rêveberiya Xweser a ji gelek aliyên hundirîn û derve ve, lê gelek pêşniyarên ji bo derbaskirina wê dorpêçê pêşniyar kirin, ew jî bi rêya pêkanîna siyasetên aborî û geşkirinê, beşdarkirina civakê û hêzên wê yên siyasî û sivîl di pêşketin û parastina destkeftiyan de ye.

Cemîl Reşîd bal kişand ser rewşên aborî yên dijwar ku piranî çînên civaka Sûriyê azarên wê dikişînin û destnîşan kir ku ew yek ji ber siyasetên çewt ên aliyên dijber û derketina "nakokiya li ser dergehan" ne, li gel wê jî cezayên aborî yên li dijî Sûriyê jî bû sedema krîza aborî.

Di dawiya mijarê de hate bibîrxistin ku Rêveberiya Xweser li ser gelek astengî û şerê taybet ê ji hêla hêzên faşîst ve sekinî ku nehişt tevlihevî di nava pêkhateyên herêmê de bi der keve.

/ar/uploads/files/2021/06/24/155323_ahmd-qryshy.webp

Pişître beşdaran nîqaş kir û nêrînên xwe pêşkêş kirin, her wiha rûspiyê eşîra El-Begara Ehmed Qirêşî wiha got: "Rêveberiya Xweser li şûna ku bikeve bin bandora planên dagirkeran ev plan têk birin û nehişt fitne di navbera şêniyan de derkeve."

/ar/uploads/files/2021/06/24/155346_bdran-hmw.webp

Li aliyekî din jî endamê Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Bedran Hemo wiha got: "Sûriyê veguherî qada tesfiyekirina hesaban bi rêya şerê wekaletan û ev şer jî, Şerê Cîhanê yê Sêyemîn e."

Hemo wiha domand: "Derketina tevgerên demokratîk a bi armancên azad, hişt ku gel xwe bi xwe bi rê ve bibe û xeteriya hêzên dagirkir bi dûr bixe."

/ar/uploads/files/2021/06/24/155419_mray-alshbly.webp

Endamê Meclisa Hevserokatiya MSD’ê Mirî El-Şiblî jî wiha got: "Bidawîkirina DAIŞ’ê li Baxozê, veguherîneke stratejîk li Sûriyê ava kir, bi wê re Rêveberiya Xweser têkiliyên xwe li derve ava kirin, hebûna xwe îsbat kir û şerîyeteke naventeweyî wergirt."

/ar/uploads/files/2021/06/24/155403_fatmh-hsynw.webp

Endama Nivîsgeha Têkiliyên MSD’ê Fatme Hesîno wiha axivî: "Armanc ji vê panelê, ew e ku nêrînên şêniyên Helebê yên rewşenbîr, siyasetmedar û rûspiyên eşîran binasin, her wiha bûyerên rû didin nas bikin û pêşdeçûnên dawî li Sûriyê şîrove bikin."

Li dawiyê beşdaran da zanîn ku ew ê asta têkoşînê ji bo gihandina Sûriyeke pirrengî ya nenavendî bilind bikin.

(fr)

ANHA