​​​​​​​Pûtîn û Erdogan rewşa Idlibê nîqaş kir

Kremlin ragihand ku serokê Rûsya Vladimîr Pûtîn û serokkomarê Tirkiyê Recep Teyyîp Erdogan bi rêya telefonê behsa xebata hevbeş a li Idlibê û nehiştina bilindkirina nakokiyê nîqaş kirin.

​​​​​​​Pûtîn û Erdogan rewşa Idlibê nîqaş kir
24 hezîran, 2021   18:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Kremilin bi daxuyaniyekê diyar kir ku Pûtîn û Erdogan bi rêya telefonê îro dozên taybet bi aloziya Sûriyê nîqaş kirin.

Li gorî daxuyaniyê her du serokan îşaret bi girîngiya mezin a xebata hevbeş a leşkerên Rûsya û Tirkiyê kir, da ku nakokî di navbera wan de li bakurê rojavayê welat li Idlibê bilind nebe û komên terorîst ên li herêmê mayî têk bibin.

Ev peywendî piştî êrişên du alî yên di navbera hêzên hikumeta Şamê û hêzên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê yên li gundewarê Idlibê de pêk hat ku di encamê de leşkerên Tirk birîndar bûn.

(eh)