Şandeyeke Catalonia serdana Kobanê kir

Şandeya Catalonia serdana bajarê Kobanê kir û bi endamên têkiliyên derve yên herêma Firatê re astengiyên ku di xebatê de derdikevin pêşberî wan nexasim ku herêm di nava şer de ye, nîqaş kirin.

Şandeyeke Catalonia serdana Kobanê kir
Şandeyeke Catalonia serdana Kobanê kir
Şandeyeke Catalonia serdana Kobanê kir
Şandeyeke Catalonia serdana Kobanê kir
Şandeyeke Catalonia serdana Kobanê kir
Şandeyeke Catalonia serdana Kobanê kir
24 hezîran, 2021   17:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Şandeya Catalonia ya ku 22`yê vê mehê de serdana Qamişlo kir, ji endamên parlementoya herêma Catalonia Ilulia Regovat û Rebne Wagensingh û Laura Preez, endama civata bajarê Barcelona pêk tê.

Endamên Têkiliyên Derve ya Herêma Firatê û endamên Meclisa Malbatên Şehîdan şande pêşwaz kir.

Dema şande gihaşt Kobanê serdana Goristana Şehîd Dicle ya bajarê Kobanê kir, ku ev gav jî wekî wefedariyekê ji şehîdan azadiyê re ye, li wir şandeyê da zanîn ku armanc ji serdana wan ji Kobanê re û di serê pêşî de goristana şehîdan ew e ku rêzê ji şehîdan re bigirin ku di dema şerê li dijî DAIŞ`ê de berdêl dane, ji ber ku ew çete li ser cîhanê tevahî xetere bû.

Şandeyê diyar kir ku bi rêya serdana xwe dixwazin nas bikin ku di demeke ku şer li ser herêmê tê meşandin de, gel çawa li vir dijî û dixwazin vê yekê ji  Cataloniayê re jî veguhezin.

Hevserokê Ciwanên Meclisa Malbatên Şehîdan Airf Balî spasya şandeya  Catalonia kir ku serdana bajêr kirin û got: "Hêvîdar im rastiya ku em li herêmê dijîn were veguhestin da ku cîhan tevahi modêla demokratîk a ku gel li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser bingeha wê dijîn were naskirin, her wiha îtîraf bi Rêveberiya Xweser were kirin, ji ber ku baştirîn çare ye û da ku pêkhate dûrî şerê navxweyî bijîn."

Dê şande sibe serdana mûzexaneya Kobanê bike.

(eh)

ANHA