Di hefteya bê de lûtkeya Iraq, Misir, Urdinê li dar dikeve

Dê yekşema bê li paytexata Iraqê Bexdayê lûtkeya sêalî di navbera Misir, Iraq û Urdinê de li dar bikeve, her wiha tê texmînkirin ku tê nîqaşa lûtkeyê li ser projeya "Şama nû" be.

Di hefteya bê de lûtkeya Iraq, Misir, Urdinê li dar dikeve
24 hezîran, 2021   17:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Sky Newsê, dê di lûtkeyê de serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî, serokê Misirê Ebdulfetah El-Sîsî û qiralê Urdinê Ebdullah El-Sanî amade bibin.

Ev lûtke li gorî pêkanîna lihevkirina lûtkeya Tebaxa borî ku li paytexta Urdinê Umanê li dar ketiye pêk hat ku tê de her sê serokê amade bûn.

(eh)