Kongreya Star: Dewleta Tirk siyasetmedarên jin ên Kurd dike armanc

Kongreya Star a Herêma Firatê bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gundê Helincê yên par ku di encama wê de komkujiyek çêbû û 3 jin bûn qurban şermezar kirin, her wiha diyar kir ku ev êriş jinên azad û azadiya gelan dikin armanc.

Kongreya Star: Dewleta Tirk siyasetmedarên jin ên Kurd dike armanc
24 hezîran, 2021   17:34
NAVENDA NÛÇEYAN

23`yê Hezîrana 2020`an balafireke bêpîlot a dewleta dagirker a Tirk malek li gundê Helincê yê başûrê rojhilatê bajarê Kobanê kir armanc û di encamê de du endamên Koordînasyona Kongreya Star a Herêma Firatê Zehre Berkel û Hebûn Mele Xelîl û xwediya malê Emîne Weysî gihaştin asta şehadetê.

Têkildarî mijarê Kongreya Star a Herêma Firatê bi daxuyaniyekê ev komkujî şermezar kir.

Daxuyanî li Goristana Şehîd Dicle ya başûrê Kobanê hat dayîn û ji aliyê Selme Simê ku dewreya şehîdên komkujiya Helincê bi dawî kiriye hat xwendin, tê de bi dehan endamên Akademiya Şehîd Şîlan û kesên dewreya Şehîdên Komkujiya Helicê bi dawî kirine amade bûn.

Di daxuyaniyê de wihat hate gotin:

"Êrişa ku dewleta dagirker a Tirk pêk anî armanc jê ew e ku jina azad û azadiya gelan bike armanc, dewleta dagirker tevahiya rêbazên hovane û qirkirinê dide meşandin.

Êrişa ku di 23`yê Hezîrana 2020`an de bi balafireke bêpîlot li gundê Helincê pêk hat, di encamê de 3 jinên têkoşer şehîd bûn, ev sûceke ku li pêşiya çavên cîhanê û rêxistinên mirovî yên ku parastina mafên mirovan dikin pêk hat, ev êriş hîn jî li çiyayên azad, Rojava, Bakurê Kurdistanê, Girê Spî, Serêkaniyê û Efrînê berdewam dikin.

Dewleta Tirk a dagirker bi rêya çeteyên xwe jinên ku hewl didin projeya neteweya demokratîk pêk bînin, mîna Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Agirî, Zehre Berkel, Hebûn Mele Xelîl, dayıka Emîne, Denîz Poyraz, dike armanc.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/c-HGc-jBbA0" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>