​​​​​​​Rojnameyên erebî: Şam lihevkirinên Tirkiye – Rûsyayê dixe ezmûnê

Rojnameyên erebî yên îro behsa rewşa Sûriyê û rewşa Lîbyayê kir.

​​​​​​​Rojnameyên erebî: Şam lihevkirinên Tirkiye – Rûsyayê dixe ezmûnê
24 hezîran, 2021   07:41
NAVENDA NÛÇEYAN

‘ŞAM LIHEVKIRINÊN MOSKOV Û ENQEREYÊ LI IDLIB Û HELEBÊ DIXE EZMÛNÊ’

Rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivîsî: "Hêzên rejîma Sûriyê duh derdora 2 nuqteyên leşkerî yên Tirkiyê li gundewarên Heleb û başûrê Idlibê topbaran kirin. Ev jî wek ezmûneke Şamê ya têkildarî lihevkirinên di navbera Moskov û Enqereyê de li bakurê rojavayê Sûriyê ye.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku di encama topbarana li derdora nuqteya Tirkiyê ya li bajarê El-Etarib ê gundewarên rojavayê Helebê de, welatiyek û zarokek hatin kuştin, her wiha 3 leşkerên dewleta Tirk ji ber topbarana li ser nuqteya Tirkiyê li Kensefra ya başûrê Idlibê, birîndar bûn. Birîndar ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneyên Tirkiyê û tê gotin rewşa birîndarekî giran e. Hêzên dewleta Tirk û komên wê bersiva topbaranê da û baregehên hêzên rejîmê li bajarê Seraqib ê rojhilatê Idlibê û bajarê Kefer Nibul ê başûrê Idlibê topbaran kirin bêyî ku tu ziyanên mirovî çêbin.”

‘EL-DEBÎBE DI KONGREYA BERLÎNÊ DE GAZIN KIRIN Û ÇARESERÎ PÊŞKÊŞ NEKIR’

Têkildarî Kongreya Berlînê ya duyemîn rojnameya El-Ereb wiha nivîsand: "Di axaftina serokê hikumeta Yekitiya Nîştimanî ya Lîbyayê de Ebdulhemîd El-Debîbe, gazinc serwer bû. Vê yekê jî ew helwesta wî lawaz diyar kir ku nikare rewşê bixe bin serweriya xwe de. Ev yek jî metirsiyan der barê dubarekirina tecrubeya serokê meclisa serokatiya hikumeta El-Wîfaq Fayiz El-Serac de derdixe holê.

El-Debîbe di axaftina xwe de alîkariya civaka navneteweyî di praniya dosyayên bigirêk de xwest, wek yekitiya saziya leşkerî, derxistina çeteyan, lidarxistina hilbijartinan ku dê di 24`ê Kanûna 2021`an de werin lidarxistin.”

(bx)