​​​​​​​Mewsima çandiniyê li Reqayê derfeta kar ji gelek kesan re peyda kir

Mewsima çandiniyê ku du mehan dirêj dike derfetên kar ji hezaran karkerên li Reqayê re peyda dike. Karker bi rêya wê pêdiviyên xwe yên bingehîn dabîn dikin.

​​​​​​​Mewsima çandiniyê li Reqayê derfeta kar ji gelek kesan re peyda kir
24 hezîran, 2021   07:47
REQA - EHMED EL-ESAF

Bi destpêkina mewsima çinînê li gundewarên Reqayê re, karker dest bi liv û tevgerê dikin û dikevin nava beydabûna kar. Karkeran des bi xebata çinîna palê ya bi destan kiriye. Tov dixin tûran, sap diavêjin deraseyan (patos), karker li depoyên girêdayî Rêveberiya Xweser an jî bazirganiyê, baran bar dikin û dadixin.

Têkildarî mewsima çinînê û derfetên kar, ajansa me nêrînên gelek karkerên gundewarên Reqayê girtin. Karkerê bi navê Mihemed Xelîl diyar kir ku ev dema kurt ji wan re çavkaniya herî mezin a debarê ye, ji ber ku kar pir e û destheqên wan jî baş e.

XEBATÊN DI WERŞEYAN DE

Karker di werşeyên biçûk an jî mezin de dixebitin, ew jî li gorî cureya xebatê û hejmara karkeran e. Her wiha pêdiviya çinîna bi daskê û avêtina li ser deraseyê bi nêzî 10 karkeran heye, lê pêdiviya dagirtina ka û tovan di tûran de  bi 6 karkeran heye.

Xelîl wiha got: "Pêwîstiya xebata di mewsima çinînê de bi alîkarî û gelek karkeran heye, em îro nêzî 7 kesan di dagirtina ka li tûran de dixebitin û me werşeyek ji bo vî karî çêkiriye."

DIYARKIRINA DESTHEQÊ KARKERAN JI HÊLA WERŞEYÊN XEBATÊ VE YE

Werşeyên kar li gorî derfetên xwediyên erd, bazirgan û karkeran destheqê wan diyar dikin. Ji bo çinîna bi destan ji bo her donimekî 20 hezar lîreyên Sûriyê, tijîkirina genim di tûran de 400 lîre, tijîkirina ka bi 500 lîre û destheqên barkirinê li gorî cureya tûr e, tûrê genim 300 lîre, ka 200 lîre û avêtina li ser derasê ji her donimekî re 7 hezar lîre ye.

Karkerê bi navê Raşid El-Hesen ê ji gundewarên rojhilatê Reqayê da zanîn ku destheqên ku di mewsima çinînê de tên dayîn, baş in.

(dm)

ANHA