‘Divê gelê Başûr li hember siyasetên PDK`ê serî hilde’

Şêniyên Qamişloyê destnîşan kir ku sewqiyatên PDK`ê li dora herêmên gerîla li gel êrişên dewleta Tirk a dagirker rewşeke şer e. Her wiha gerîla neçar dikin ku tedbîran bigirin da ku Herêmên Parastinê yên Medyayê biparêzin. Şêniyan got divê hêzên PDK`ê ji wan herêman vekişin.

‘Divê gelê Başûr li hember siyasetên PDK`ê serî hilde’
24 hezîran, 2021   07:18
QAMIŞLO – LÎLAV DÊWANÎ

Bi êrişên dewleta Tirk ên bejahî û hewayî re ku ji 23`yê Nîsana borî ve li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê têne kirin û şer dijwar dibe, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) hêzên xwe yên leşkerî ber bi nuqteyên Hêzên Parastina Gel (HPG) ve dişîne da ku wan dorpêç bike.

Helwestên gelê Kurd û kurdistanî yên der barê êrişên li ser Başûrê Kurdistanê û şandina hêzên PDK`ê de ku alîkariya artêşa Tirk a dagirker bike, zêde dibin.

Têkildarî mijarê Helîme Mehmûd destnîşan kir ku şandina hêzên PDK`ê ber bi herêmê ve di demekê de ku êrişên dewleta Tirk ên li dijî gerîla têne kirin, xetereyekê çêdike û wiha got: "Em ji dijmin natirsin, lê belê em ji derxistina şerê di nava hêzên kurdî de ditirsin."

Helîme Mehmûd wiha domand: "Di demekê de ku PDK`ê destekê nade gerîla, em bang li wan dikin ku dev ji piştgiriya planên dewleta Tirk berdin:"

Helîme Mehmûd bang li gelê Başûrê Kurdistanê kir ku li hember siyasetên ku destekê didin planên dewleta Tirk serî hildin û helwestên xwe yên şermezarkirina dagirkeriyê û encamên siyasetên şaş ku li Başûrê Kurdistanê têne meşandin, eşkere bikin.

Her wiha Silêman Osman jî got her çend Kurd bixwazin bighêjin nuqteyeke lihevkirinê yan jî nêzîkatiya ber bi pêkanîna yekitiya Kurdan ve nexasim piştî însiyatîfa fermandarê giştî yê QSD`ê Mezlûm Ebdî, dewleta Tirk vê yekê bi derxistina tevliheviya di navbera hêzên kurdî de têk dibe û bi vê yekê armancên xwe di qirkirina Kurdan û têkbirina dozan wan de pêk tîne.

Silêman Osman şandina pêşmergeyên PDK`ê ber bi navendên HPG`ê ve şermezar kir û pirs kir ku gelo PDK`ê çi ji dorpêça hêzên gerîla dixwaze, di demekê de ku artêşa Tirk di aliyê bejahî û hewayî de êrişî Başûrê Kurdistanê dike?

Silêman Osman di berdewama axaftina xwe de ev tişt anî ziman: "Ma PDK nabîne ku çawa gerîla sînorê Hewlêrê di dema êrişên çeteyên DAIŞ`ê de parast. Armanca gerîla ku Kurd û xaka Başûrê Kurdistanê biparêze. Gerîla naxwazin şer di navbera hêzên kurdî de derkeve. Ji şer re êdî bes e."

Silêman Osman di axaftina xwe de bang li gelê Başûrê Kurdistanê kir ku serî hildin û dakevin qadan da ku sînor ji siyasetên PDK`ê yên partîtiyê yên teng re deynin.

Silêman Osman bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Heta ku xwîn di laşê me de hebe em ê destekê bidin gerîla. Divê PDK`ê baş zanibe ku dewleta Tirk dijmine ne heval e. Mînaka wê jî ku refrandoma li Başûrê Kurdistanê red kir û binpêkirinên li dijî Kurdan, didomîne."

'DERBASBÛNA TIRKIYÊ BI ERÊKIRINA PDK`Ê YE'

Salha Keleş siyasetên PDK`ê ku destekê dide dewleta Tirk a dagirker û bicihkirina hêzên wî li nêzî navendên HPG`ê şermezar kir û ev derbirî: "Tevgera PDK`ê  erêkirin ji dewleta Tirk a dagirker wergirt da  ku derbasî xaka Başûrê Kurdistanê bibe û şerê gerîla bike."

Salha Keleş destnîşan kir ku ji ber siyasetên PDK`ê yên destekdayîna ji dagirkeran re dê komkujî li dijî Kurdan werin kirin û dewleta Tirk jî vê yekê dixwaze.

Salha Keleş piştrast kir ku ew weke jin dê heta dawiyê dagirkeriyê û siyasetên ku destekê didin wê şermezar bikin û bang li gelê Başûrê Kurdistanê kir ku serî hildin, helwesta xwe diyar bikin û wiha domand: "Piraniya gelê Başûrê Kurdistanê siyaseta Barzanî û helwestên wî yên derexlaqî şermezar dikin û mînaka wê jî helwestên wan ên şermezarkirinê yên li qadan."

Di dawiyê de Salha Keleş bang li hêzên Kurdistanî kir ku ji bêyî tirs û dudilî ji bêdengiya xwe derkevin û teqez kir ku her kesê bêdeng dimîne hevalê pilanên dewleta Tirk e.

Nûra Osman jî bang li hêzên PDK`ê kir ku ji derdora nuqteyên gerîla vekişin û wiha axivî: "Divê PDK`ê destekê bide gerîla, ne bi dijmin re bisekine ku komployên bi armanca derxistina şerê navxweyî didomîne."

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/VtWxCm1juv8" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>