Şêniyên Tirbespiyê: Divê gelê Başûrê li hember dagirkeriyê serî hilde

Şêniyên navçeya Tirbespiyê îro bi meşekê êrişên dewleta Tirk li ser Başûrê Kurdistanê şermezar kir û daxwaz kir ku binpêkirin û sûcên ku dewleta Tirk pêk tîne werin sînordarkirin, her wiha hevkariya PDK`ê bi dijminê gelên herêmê re hate şermezarkirin.

Şêniyên Tirbespiyê: Divê gelê Başûrê li hember dagirkeriyê serî hilde
23 hezîran, 2021   11:19
QAMIŞLO

Îro şêniyên navçeya Tirbespiyê bi armanca şermezarkirina êrişên dewleta Tirk li ser herêmê û destekdayîna gerîla ku şerê hebûnê li Herêmên Parastinê yên Medyayê dimeşînin, meşek lidar xist.

Şênî li pêşiya navenda Kongreya Star a navçeyê kom bûn. Di meşê de pankartên bi nivîsa `bimre îxanet` hatin hildan û dirûşmeyên şermezarkirina sûcên dewleta Tirk hatin berzkirin.

Meş li pêşiya avahiya meclisa navçeyê veguherî mitîngê. Di mitîngê de ji rêveberên Desteya Perwerdeyê Fener Hisên axivî û wiha got: "Dîrok xwe li ser destê dewleta Tirk dûbare dike. Ji ber wê jî divê civaka navneteweyî derfetê nede ku careke din komkujî li dijî gelê Kurd werin kirin."

Fener Hisên destnîşan kir ku gelê Kurd ji malbata Barzanî dixwaze ku dev ji siyaseta partiyetî, berjewendî û hevkariya bi dijmin re berde.

Fener Hisên bang li gelê Başûrê Kurdistanê û partiyên siyasî kir ku li hember dewleta Tirk serî hildin û helwesteke cidî nîşan bidin.

Mitîng bi dirûşmeyên silavkirina berxwedana gerîla bidawî bû.

(bx)

ANHA