Kongreya Star: Şehîdên Helincê pêşengiya şoreşê dikirin ji bo wê hatin hedefgirtin

Kongreya Star a bajarê Helebê şehîdên komkujiya Helencê di salvegera şehadeta wan a yekemîn de bi daxuyaniyekê bi bîr anîn.

Kongreya Star: Şehîdên Helincê pêşengiya şoreşê dikirin ji bo wê hatin hedefgirtin
23 hezîran, 2021   10:59
HELEB

Di 23`yê Hezîrana 2020`an de balafirên dewleta Tirk malek li gundê Helencê yê bajarê Kobanê bombebaran kir û di encama wê de 2 endamên Koordînasyona Kongreya Star; Zehra û Hebûn her wiha xwediyê malê dayika Emîne, şehîd bûn.

Kongreya Star a Helebê di daxuyaniyê de şehîdên komkujiya Helencê bi bîr anîn. Bi dehan jinên taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, endamên saziyên sivîl tev li xwendina daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de wêneyên rêber Abdullah Ocalan û wêneyên şehîd Deniz Poyraz hatin hildan.

Daxuyanî li pêşiya navneda Kongreya Star a li taxa Şêxmeqsûd ji aliyê hevseroka meclisa giştî ya taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Valentîna Ebdo û endama Kongreya Star Varjîn Mihemed ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de sûcên ku dewleta Tirk li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne û jinan dike hedef, êrişa ku di encama wê de endamên Kongreya Star şehîd bûn, hatin şermezarkirin.

Her wiha di daxuyaniyê de, şehîd Sema Yûce ku di girtîgeha bajarê Çanakkale yê Tirkiyê de girtî bû û di 17`ê Hezîrana 1997`an şehîd bû, hate bibîranîn û berxwedana çalakvanên ku zêdetirî 200 roj e di greva birçîbûnê de ne, hate silavkirin.

Kongreya Star di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku jin di parastina destkeftiyên şehîd û şoreşê de bûne pêşeng, tev li şeran bûn û karîbû bi îradeya xwe terorê têk bibe, bi îradeya xwe li hember xeternaktirîn rêxistinan bisekine û ji ber wê jî ji aliyê sîstemên desthilatdar ve tê hedefgirtin.

Kongreya Star teqezî li ser têkoşîna ji bo azadiyê kir û bêdengiya rêxistinên mafên mirovan û rêxistinên jinan der barê kiryarên hovane de, şermezar kir û hate gotin divê hesab ji hemû aliyên ku sûcên dermirovî li dijî jinan pêk tînin, were xwestin.

 (bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/mIqJV_I6Jdw" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>