Lûtkeya Biden-Pûtîn… encam çi ye û ji bo Sûriyê çi heye?

Çend roj di ser lûtkeya serokê Amerîkayê Jeo Biden û hempîşeyê wî yê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn re derbas bûn, lê hîna nezelaliyek heye. Li gel wê jî analîzên nakok ên di navbera lihevkirineke neeşkere û binketinê de hene. Gelo atmosfera vê lûtkeyê çawa bû?

Lûtkeya Biden-Pûtîn… encam çi ye û ji bo Sûriyê çi heye?
23 hezîran, 2021   07:03
NAVENDA NÛÇEYAN - YEHYA EL-HEBÎB

Di 16’ê Hezîranê de yekemîn lûtkeya di navbera serokê Amerîkayê Jeo Biden û serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn de li Cinêvê çêbû. Ev lûtke, ya yekemîn di navbera her du serokan de bû ji dema ku Biden bûye serokê Amerîkayê, di demekê de ku her du aliyan têkiliyên her du welatan wek herî xerab nirxandin.

Her du serokên Amerîka û Rûsyayê pesna dan û standinên xwe yên li Cinêvê da, lê belê ji civîna 2018’an û vir ve tu pêşketineke berbiçav çênebûye.

Serokê Amerîkayê Jeo Biden got nakokî hatin eşkerekirin, lê ne bi awayekî nepixandî û da zanîn ku Rûsya şerekî sar ê nû naxwaze.

Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn got Biden mirovekî dewletê yê kevn e û ew her du bi heman zimanî diaxivin.

Her du aliyan li ser destpêkirina diyaloga têkildarî sînordarkirina çekên nukleerê li hev kir û gotin ew ê balyozên wan vegerin paytextên her du welatan.

Tevî wê, tu nîşaneyên li ser lihevkirinên girêdayî dozên dîtir tune bûn, ji bilî wê jî tu lihevkirin li ser ewlehiya sîber, Ukrayna û çarenûsa serokê muxalîfê rûsî Alexei Navalny ê ku niha cezayê du sal û nîvan a girtinê dibîne, tune bûn.

Biden ji Rûsyayê re got heke Navalny di girtîgehê de mir, dê Rûsya rastî cezayên tund were.

Piştî çend rojan ji lûtkeyê, balyozê rûsî yê li Washingtonê ku Moskovê ji bo şêwirê di Adarê de banga wî kiriye, berê xwe DYA’yê da ku erka xwe ji nû ve dest pê bike.

Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê duşemê ragihand ku balyozê DYA’yê ya li Rûsyayê, John Sullivan dê di vê hefteyê de vegere Moskovê.

Rûxmî wê, şêwirmendê serokê Amerîkayê, Jake Sullivan ê ewlehiya neteweyî 20’ê Hezîrana 2021’an ragihand ku DYA’yê cezayên nû li dijî Moskovê li ser paşxaneya tawanbarkirina wê ya hewldana jehrkirina muxalifê rûsî Alexei Navalny, amade dike.

‛LÛTKE GIRÎNG BÛ, LÊ DOSYA BI KÛRAHIYA WÊ LÊKOLÎN NEKIRIN’

Têkildarî hevdîtinê, lêkolînerê navneteweyî Tariq Ziyad Wehbî wiha got: "Lûtke girîng bû, ji ber ku di serdema Biden de ya yekemîn bû. Ji ber tevahî daxuyaniyên her du aliyan ji bo pêşwazîkirinê ne hêsan bûn. Biden, Pûtîn wek kujer wesif kir, her wiha Pûtîn jî guman bi zîhniyet û tenduristiya Biden kir, ji ber ku ew kal û westiya ye."

Wehbî da zanîn ku civîn bi xwe protokolî ye, lê ji bo Biden piştî 3 civînên girîng bi hevalbendan re pêk hatin; aborî (G7), ewlehî (NATO), hevkarî û vegerandina baweriyê (Yekitiya Ewropayê) di her civînekê de rola rûsî û çînî di têkiliyên navneteweyî û bandorên wê li ser aboriya dewletên ku bi van her du blokan re li hev nakin de, hatin nîqaşkirin.

Wehbî wiha domand: "Bi nêrîna min dema yên bi hêz li hev dicivin tu derfetên bihîstina dengên lawazan tune ye, ji lew re tevî ku hin dosya bi kûrahî nehatin nîşqaşkirin, lûtke erênî bû."

DI LÛTKEYÊ DE KÎJAN LIHEVKIRIN ÇÊBÛN?

Têkildarî di lûtkeyê de çi lihevkirinê çêbûn, Wehbî wiha got: "Nakokî werin rawestanin û piştre komîteyên amadekar ên biryarên rêveberiyê werin avakirin. Serok Pûtîn beriya civînê ji Biden xwest ku mijara pevguhartina girtiyên bi maf an jî bêmaf ku bi sîxuran bi nav kirine, lêkolîn bike. Ji wê zêdetirî jî lihevkirinên girêdayî çekên stratejîk ên seriyên nûkleerê hilgirtine hatin nîqaşkirin."

Wehbî diyar kir ku ji wê zêdetir divê Rûsya were hişyarkirin ku projeyên wê yên aborî bi Ewropayê re, bazariyên li ser helwesta siyasî li Ukraynayê tehemûl nakin û heta daxwazên wê yên tevlêbûna ji NATO’yê re nayên qebûlkirin, ev jî ji bo Rûsya xeta sor e.

BANDORÊN LÛTKEYÊ LI SER KRÎZÊN HERÊMÊ

Girêdayî bandora vê lûtkeyê li ser krîzên herêmê Wehbî wiha axivî: "Dê Rojhilata Navîn cihê yê pêşketî di diyaloga rûsî-amerîkî de, piştî di serdema Trump de ji bilî Îsraîlê, dewleta Tirk bi erka Amerîkayê radibû, vegerîne. Her wiha xeteke Amerîkayê ya nû heye ku dixwaze Filistîn di xebata aştiyê de vegere û bihêle Rojhilata Navîn tevahî li ser maseya diyalogê bicive, dibe ku bi wê re jî destwerdanek ji bo lihevkirinên aştiya li herêmê be."

GELO JI BO SÛRIYÊ ÇI HEYE?

Der heqê Sûriyê de Wehbî ev nirxand kir: "Mixabin di lûtkeyê de mijara Sûriyê weke ku aliyên Sûriyê yên binakok dixwazin nehat nîqaşkirin, lê belê li ser destpêkirina civînên dualî lihevkirin çêbû û tê de sûrî tune ne. Ji ber Biden di civîna çapemeniyê de Beşar Esed bi sûcdarê şer tawanbar kir."

Lê Rûsya,  li gorî Wehbî, bi hikumeta Şamê re li gorî lihevkirina hevbeş û parastina hevbeş berdewam dike.

Têkildarî Bakur û Rojhilatê Sûriyê Wehbî da zanîn ku dê DYA’yê piştevaniya xwe berdewam bike û birêvebirina xweser ji QSD’ê re misoger bike û bi dewleta Tirk re xebata li ser aramiyê bike û wiha domand:"Ev jî dê bi tawîzên nû ji dewleta Tirk re pêk bên. Lê heta vê kêliyê ew tawîz çi ne nayên zanîn, lê tê gotin dê parastina dewleta Tirk li Idlibê li hember hikumeta Şamê were kirin.

Wehbî wiha gotina xwe berdewam kir: "Divê em ji bîr nekin ku Hewlêr fişaran li pêş QSD’ê sivik bike, bi taybet xebata çavdêriya xeta veguhastinê ya di navbera Hewlêr û Qamişloyê de ku îstîxbarat PDK’ê dişopîne."

Wehbî destnîşan kir ku DYA’yê dê ji Bexdayê vekişe, bi wê re dê li herêma Kurd di sêgoşeya Iraq, Sûriyê û Tirkiyê de aramiyeke jeosiyasî û stratejîk çêbibe, da ku bi hêsanî tevbigere.

Wehbî têkildarî rola Rûsya da xuyankirin ku Rûsya lêkolîna li ser qelskirina rola Îranê dike, ev yek jî bi nêrîna Amerîkayê re yek e, lê li ser herêma Rêveberiya Xweser a dewlemend ku dixwaze para wê di wê dewlemeniyê de hebe bi nakok in û ya din li Idlibê bi nakok in. Ji ber li gorî lihevkirinên rûsî-sûrî artêşa Rûsyayê piştevaniya hêzên hikumeta Şamê dike ku rewabûn û serweriya Sûriyê li ser van herêman vegerîne.

Tariq Ziyad Wehbî wiha dirêjî da axaftina xwe: "Her du dewlet ji bo tu eniyek li Colana dagirkirî venebe û şerê Îsraîl neyê kirin, li hev dikin, lê armacnên herduyan ne yeke. Ji ber Amerîka parastina Îsraîlê dike, lê Rûsya jî naxwaze tu pirsgirêk bi Îran an jî komên Îranê re derkevin û nuqteyên xwe yên cuda li Sûriyê ji dest bide."

Der barê piştî vê lûtkeyê de Wehbî anî ziman ku rêwîtiya hevdîtinên li ser asta şêwirmend, pispor û erkdarên ji her du dewletan dest bi rêveçûna xwe kir û dê di demeke nêz de bi hevdîtina wezîrên karên derve re li ser hêviya bernamekirina hevdîtina lûtkeyê ya her sal hebe, bi encam bibe. Lê divê neyê jibîrkirin ku hêmanekî girîng a asteng heye, ew jî helwesta Çînê di rêveçûn û xwezaya têkiliya bi Rûsyayê re heye, ev yek fikaran gel  Amerîkayê çêdike.

‛AMERÎKA DÊ HEVALBENDAN BI KAR BÎNE’

Lêkolînerê têkiliyên navneteweyî Tariq Ziyad Wehbî wiha gotina xwe bi dawî kir: "Amerîka dê vegere û dê hevalbendan li hember Rûsya bi kar bîne da ku wê bixe helwesteke ne hêsan. Lê belê dê ev yek jî Rûsya li ser xwestekên xwe bihêz û tundir bike, ev bi xwe girêkkirina pêşerojê ye. Binketina rûsî-amerîkî siyaseta cîhanê ya ku hewl dide ji pandemiya vîrusa Koronayê bi der keve aram nake."

(fr)

ANHA