Cotkarên Reqayê berhemên xwe bi destan diçinin

Cotkarên Reqayê diyar kir ku ji ber ku mewsima paletiyê ya îsal kêm e û lêçûnên çinînê  ‎pir buha ne, ew vegeriyane çinîna bi destan, da ku lêcûn kêm bibe û bi awayekî baş sûdê ji ‎kayê wergirin. ‎

Cotkarên Reqayê berhemên xwe bi destan diçinin
23 hezîran, 2021   06:53
REQA - EHMED EL-ELÎ

Mewsima paletiyê li herêmê her sal di van deman de dest pê dike, lê îsal berhem ‎gelek kêm bû, ji ber ku baran nebariya û ava Firatê jî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve ‎hatiye birîn. ‎

Rêveberiya Xweser ji bo alîkariya cotkaran bike, nirxê kirîna genim hezar û 150 lîrayên sûrî, nirxê ceh ‎‎850 lîrayên sûrî û nirxê çinînê tevî kayê jî 12 hezar lîreyên sûrî diyar kir, lê belê xwediyên ‎patozan bi diyarkirina van nirxan ne pabend in.‎

Cotkaran ji bo kêmkiririna lêçûnên çinîna berhemên xwe vegeriyan rêbazên berê yên ‎çinînê. Di derbarê vê mijarê de cotkar Ebû Mehmûd ê ji gundewarên başûrê Reqayê ‎destnîşan kir ku gelek karker li cem wî dixebitin û bi destan diçinin, ji ber ku lêçûnên ‎patozan zêde ne. Xwediyên patozan ji bo her yek donim erd 30 hezar lîrayên ‎sûrî distînin.

‎

Ebû Mehmûd diyar kir ku destheqê karkeran a her saetekê hezar û 200 lîreyên sûrî dide, lê kesên bi doniman dixebitin, ji bo her dominekê 15 hezar lîreyên sûrî werdigirin. ‎

Ebû Mehmûd wiha domand: "Me alavek çêkir ku genim diçine û li nava zevî kom dike, piştre em wek bênderan kom dikin." ‎

Ebû Mehmûd anî ziman ku piştî komkirinê, patozê kirê kir ku ka û genim derxe. Lê lêçûna vê yekê ji patozan baştir e, ji wê zêdetirî jî miqdara ka zêde ye, ji ber patoz sinbilan qut dike û nîvê kayê li erdê dihêle.

Têkildarî kirêya xwediyên patozê Ebû Mehmûd wiha gotina xwe bi dawî kir: "Xwediyên patozan li gorî ‎berheman kar dikin, li beramberî her tûreke genim derdora 3 hezar lîreyên sûrî werdigirin." ‎

‎(dm)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Yzn-usE1Gr8" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>‎