Raporek ji Pentagonê: Dewleta Tirk hew dide hebûna xwe li Lîbyayê xurt bike

Di raporên istixbaratî de hate gotin, dewleta Tirk dixwaze hebûna xwe li Lîbyayê di bin sîwana hevkariya leşkerî de, xurt bike. Her wiha hişyarî ji ber derxistina şerekî di navbera Cezayir û Mexribê da.

Raporek ji Pentagonê: Dewleta Tirk hew dide hebûna xwe li Lîbyayê xurt bike
20 hezîran, 2021   09:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî raporên istixbaratî yên Pentagonê ku ji aliyê rojnameya El-Şerq El-Ewset ve hatin belavkirin, dewleta Tirk piştî ku destek da hikûmeta Wîfaq a Niştîmanî, her wiha balafirên bêpilot (Dron) dan wê û sîstema parastina hewayî li wir ava kir, dixwaze hebûna xwe li Lîbyayê xurt bike. Armanca wê ji vê yekê ew e ku derfetê nede artêşa Niştîmanî ya Lîbyayê ya bi serkêşiya Xelîfe Hefter ku Terablusê bixe bin serweriya xwe.

Rûsiya desteka leşkerî ya weke balafirên şer, sîstemên parastina hewayî yên pêşketî bi rêya kanalên "Wagner" ên taybet girêdayî bi Kremlin da Artêşa Niştîmanî ya Lîbyayê. Lê ruxmî wê jî li gorî rapora istixbaratî ya Pentagonê, tê payîn ku Rûsya careke din danûstandinê bi hikûmeta El-Wehdê ya nû re, sererast bike, armanca wê ji vê yekê ew e ku li Lîbyayê bimîne, her wiha destnîşan kir ku şerê Lîbyayê ku hîna berdewam e û hebûna terorîstan li bakurê Afrîkayê yek ji mijarên herî zehmet li herêmê ye.

(bx)