​​​​​​​Asayîşa Kerkûkê nahêle Şandeya Aşitiyê serdana Mexmûrê bike

Şandeya Aşitî û Azadiyê ya navnetewî ku xwest serdana Wargeha Penaberan a Mexmûrê bike, li Kerkûkê ji aliyê hêzên Iraqê ve hate asteng kirin.

​​​​​​​Asayîşa Kerkûkê nahêle Şandeya Aşitiyê serdana Mexmûrê bike
20 hezîran, 2021   09:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Komek ji Şandeya Aşitî û Azadiyê ya ku kampanyaya ‘Kurdistanê biparêze” dane destpêkirin, îro xwestin serdana Wargeha Penaberan a Mexmûrê bike.

Lê endamên şandeyê ji aliyê asayîşa Iraqê ve li Kerkûkê hate astengkirin û destûr nayê dayîn ku derbasî Mexmûrê bibin.

Li gorî nûçeya Rojnewsê, hîn jî hewldan berdewam e ji bo derbas bibin. Ji bo vê jî li gel rayedarên Iraqê danûstandin dikin.

Şandeyê duh serdana malbata Kunemasî ya Şarbajêr ku di êrîşa Tirkiyeyê de zirereke mezin a madî û manewî dîtibûn, kiribû.

Di 5’ê Hezîranê de balafira Tirk li Mexmûrê li meydana dibistanên zarokan û cihê leyîstinê dabû û niha jî dibin dorpêça hêzên PDK’ê de ye ku destûr nade şêniyên wargehê derkevin derve.

<iframe width="750" height="447" src="https://www.youtube.com/embed/eFwJdF7JhM0" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>