Li Ermenistanê dest bi hilbijartinên parlementoyê yên pêşwext hate kirin

Komîteya hilbijartinan a Ermenistanê got, di saet 08:00`an de zêdetirî 2 hezar navend hatin vekirin da ku hilbijêr tev li hilbijartinên pêşwext ên Komeleya Niştîmanî (Parlementoya ji yek meclisê) bibin.

Li Ermenistanê dest bi hilbijartinên parlementoyê yên pêşwext hate kirin
20 hezîran, 2021   08:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Komîteyê diyar kir ku dengdayîn di saet 10:00`an de û li gorî saeta Moskova di 09:00 bi dawî bibe.

25 partî û komên siyasî tev li hilbijartinên herêmî dibin. Li gorî anketên raya giştî ku yê tê texmînkirin bi ser bikeve partiya El-Eqid El-Medenî (Peymana Sivîl) a bi serkêşiya serokê hikûmeta heyî Nicole Pashinyan û koma Ermenistanê bi serkêşiya Robert Kocharian (serokê berê yê komarê) ne.

Her wiha partiya Kongreya Neteweyî ya Ermenistanê bi serkêşiya serokê yekemên ê komarê Levon Ter Petrosyan tev li hilbijartinan dibe.

Ji bo derbasbûna parlementoyê divê partî herî kêm ji sedî 5 ji dengan bigre û kutle jî ji sedî 7 ji dengan bigre.

Li gorî komîteya hilbijartinên navendî ya Ermenistanê, zêdetirî 2,5 milyon kes mafê wan ê dengdayînê heye.

(bx)