Tîma endazyariya mayînan, 2 mayîn li ser riya Reqayê bêbandor kirin

Tîma endazyariya mayînan li Reqayê, du mayîn li ser riya gundê El-Sihêl bêbandor kir.

Tîma endazyariya mayînan, 2 mayîn li ser riya Reqayê bêbandor kirin
20 hezîran, 2021   08:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn, welatiyan agahî da Hêzên Ewlekariya Hundirîn ku du şeklên xerîb li ser riya gundê El-Sihêl a gundewarê Reqayê hene.

Tîma endazyariya mayînan berê çûn cihê ku ew mayîn lê hatine danîn, li gorî endamekî tîma endazyariyê, her du şeklên xerîb mayînin û divê ji dûr ve bên teqandin.

Navenda ragihandinê piştrast kir ku tîma endazyariyê her du mayîn bêbandor kirin.

Tîmê Endazyariya Mayînan a Hêzên Ewlekariya Hundirîn, duh jî mayînek li kêleka riya di navbera bajarê Minbic û gundê Kabircî de hatibû çandin, bêbandor kirin.

(dx)