‘Li dijî qirkirin û xeta xiyanetê her helwesteke kurdistanî dengê azadiyê ye’

Rewşebîrên Efrînê diyar kir ku peyama Murat Karayilan di vê demê de gelek girîng e ku divê her kes, bi taybet rewşenbîr, di vê pêvajoyê de xwedî lê derkevin.

‘Li dijî qirkirin û xeta xiyanetê her helwesteke kurdistanî dengê azadiyê ye’
20 hezîran, 2021   06:09
ŞEHBA-LEYLA LORIN

Endamên Yekitiya Rewşenbîran a Şehbayê got: “Ji bo me peyama endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê birêz Murat Karayilan girîng e û divê her kes xwedî wijdan be, dengê xwe li hemberî vê reşkujî û nîjadkujiya ku ji aliyê dewletên zilhêz û dewleta Tirk ve li ser gelê Kurd û azadiya jinên Kurd tê meşandin, bibin xwedî helwest û her helwesteke kurdistanî dengê azadiyê ye.”

Her ku diçe di nava rewşenbîr, hunermend û mirovên azadîxwaz de li dijî faşîzm û dagirkeriya dewleta Tirk û xeta xiyanetê nerazîbûnên kurdistaniyan zêde dibin û di vê derbarê de endamên Yekitiya Rewşenbîran a Kantona Şehbayê Îsmet Hesen û Bêrîvan Sîdo jî li dijî qirkirin û faşîzma dewleta Tirk û hevkariya PDK’ê ji ANHA`yê re axivîn.

Îsmet Hesen bal kişand ser armanca dewleta Tirk ên li dijî Kurdan û got: “Ger ew qas pîlanên dewleta Tirk a dagirker bi armanca qirkirina gelê Kurdistanê hene, ev yek bi hevkariya dewletên NATO`yê û hevkariya xeta xiyanetê tê meşandin. Jixwe tê zanîn ku di dîrokê de eger ev qas xiyanet nebûya, mala Kurdan wisa wêran nedibû. Ji bo wê di dîrokê de her tim li gel xeta berxwedanê xeta xiyanetê ji bo destkeftiyên gelê Kurd bûye astengiyeke mezin.”

Hesen di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Projeya rêber Apo ya neteweya demokratîk ku mafê hemû gelên bindest di nava pergala xwe de dihewîne, dikare vê qirkirina li ser gelê Kurd rawistîne. Lê mixabin em dibînin ku êrişeke mezin bi armaca qirikirinê li ser vê ramanê û vê fikra azad heye. Ev firsata ku ji aliyê rêber Abdullah Ocalan ve ji bo Kurdan di sedsala 21`de hatiye dayîn, divê  Kurd vî şansî ji dest xwe bernedin û li hemberî pîlanên qirkirinê hişyar bin.”

Hesen got: “Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li kêleka dijminê xwînxwar di nava xiyaneteke mezin de ye. Ev kesên ji bo berjewendiyên xwe yên teng ên malbatî li kêleka dijminê gelê Kurd hevkariyê dikin, xetereyeke mezin ji bo destkeftiyên azadiyê diafirînin. Bi vê xiyanetê gelo çi bi dest xistin? Tenê bûne noker û leşkerên li dijî neteweya xwe. Xeta xiyanetê, xeta nezanbûnê, ezezîbûnê ye. Di dîroka gelê Kurd de her tim pêşengê gelê Kurd, bi destê vê nokeriyê hatine şehîdxistin.” 

Hesen di dawiya axaftinê xwe de li ser peyama endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Murat Karayilan jî wiha axivî: “Peyama birêz Karayilan ji bo yekitiya neteweyî pîroz e. Ji me rewşenbîrên Kurdistanê tê xwestin ku em demildest bi erk û berpisyariyên xwe yên neteweyî rabin. Divê her Kurdek xwedî wijdan, helwesta xwe ya li hemberî vê reşkujiyê û qirkirinê nîşan bide ku dewletên zirhêz û dewleta Tirk li dijî gelê Kurd êrişên hovane didomînin.”

Endama Yekitiya Rewşenbîran a Efrînê Berîvan Sîdo jî êrişên dewleta Tirk ên li ser çiyayên azad û her wiha girtina her sê nûnerên Rêveberiya Xweser û PYD’ê ku ji aliyê Asayîşa Hewlêrê ve di 10`ê Hezîranê de hatin girtin, bi tûndî şermezar kir û wiha got: “Êrişên dewleta Tirk ên li seranserê Kurdistanê bi armaca qirkirinê hevpar in ku li ser gelê Kurd tê meşandin. Armanc jî hebûna gelê Kurd e. Girtina her sê nûneran ji van êrişan necuda ye. Hikumeta Başûrê Kurdistanê jî di nava xiyaneteke mezin de ye.”

Sîdo di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku li hemberî vê rewşa xeternak ku li ser destkeftiyên gelê Kurd û azadiya jinên Kurd tê domandin, divê dengê jinên Kurd ên siyasetmedar û dengê jinên cîhanê ji her demê zêdetir bilind bibe û wiha got: “Banga min ji hemû jinên  Kurd û jinên rewşenbîr re heye, li hemberî van êrişên hovane ku neteweya Kurd û azadiya jinên Kurd hedef digirin, bê deng nemînin.”

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/6g3WK91cGU0" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>