ꞌKlînîkên gel alîkariya xizan û civakê dikinꞌ

Şêniyên Qamişlo da zanîn ku klînîkên gel alîkariya xizanan dikin û heta asteke baş barên wan ên buhabûna teşxîskirina li klînîkên derve sivik kirin.

ꞌKlînîkên gel alîkariya xizan û civakê dikinꞌ
ꞌKlînîkên gel alîkariya xizan û civakê dikinꞌ
ꞌKlînîkên gel alîkariya xizan û civakê dikinꞌ
ꞌKlînîkên gel alîkariya xizan û civakê dikinꞌ
ꞌKlînîkên gel alîkariya xizan û civakê dikinꞌ
ꞌKlînîkên gel alîkariya xizan û civakê dikinꞌ
20 hezîran, 2021   06:26
QAMIŞLO-YARA MIHMED

Beriya sê mehan û bi taybet 28`ê Adara îsal û piştî 6 mehan ji kar û xebata amadekirina klînîkan û avahiyan, klînîk ketin xizmetê û dest bi xizmetkirina ji gelê Qamişlo re kir.  

Klînîkên gel ku ji aliyê Saziyên Civaka Sivîl ên Herêma Cizîrê ve hatin vekirin, cara yekemîn e ku nexweşên xizan derman dikin.

Klînîk ji van beşan pêk tê "hundirîn, jin, damar, zarok" beşa"guh, poz, qirik", beşa gurçik û mêzokê, beşa hestiyan, nojdariya giştî, klînîkên diranan, beşa tehlîlan(Test) û radyolojiyê.

GAVEKE BAŞ E

Nexweşan gavavêtina vekirina klînîkan nirxand û got: "Ev gaveke baş e û alîkariya feqîran dike û barên teşxîskirina li klînîkên derve li ser wan sivik kirin, ji ber ku nikarin lêçûna wan bidin."

Reşîd Elî yê ji taxa Elaya ya Qamişlo serlêdana bijîşkê diranan kir û wiha got: "Ev cara duyemîn e ku ez diçim klînîkên gel, da ku xwe derman bikin û em ê her tim berê xwe bidin klînîkan, ji ber ku ked, dem û pere li ser mirov sivik dikin."

Elî li ser klînîkên gel got ev gaveke baş e û heta asteke mezin barên welatiyan sivik dikin.

Seda Nasir ku zehmetiyan di gurçika rastê de dikişîne wiha got: "Klînîkên gel hewl didin tevahiya hewcedariyên pêwîst ji nexweşan re dabîn bikin, bijîşkên li wir gelekî girîngiyê didin nexweşan."

ꞌBAR SIVIK DIKINꞌ

Der barê rola van klînîkan a di sivikkirina barên madî yên li ser welatiyan de, Seda Nasir wiha pê de çû: "Gelek ji welatiyan pere bi wan re tune ye ku biçin gel bijîşkan, li klînîkan buha kêm e, alîkariya feqîr û kesên asta debara xwe kêm in dikin, her wiha derman, wêne, test û teşxîskirin bi nîvê buhayê ye."

Ji ber aloziya aborî û zirara gihaşt qada tenduristiyê, her wiha ji ber ku welatiyan nekarî lêçûna dermankirinê bidin, klînîkên gel buhaya teşxîskirinê kir 3 hezar lîreyên Sûriyê, lê beriya wê bi 4 hezar lîreyên Sûriyê bû û serê sedî 10 ji buhaya derman, test û radyolojiyê jî kêm kir.

Li aliyekî din bijîkê zarokan Musa Dawûd ku li klînîkên gel dixebite diyar kir ku zarok di vê demê de bi zuhabûnê re rû bi rû dimînin, ji ber rewşa hewayê tê guhartin.

Têkildarî guhdana tenduristî ya li kilînîkên gel, bijîşk Musa Dawûd da zanîn ku kilînîkên gel heta asteke mezin girîngiyê dide nexweşan.

Li klînîkên gel 60 bijîşkên pispor ên tevahiya beşan hene, ji wan dermanxane, taqîgeh, beşa Echo-Echo Doppler, beşa radyolojiyê, beşa nojdariya biçûk û klînîk rojane 8 saetan dixebitin.

(eh)

ANHA