ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 20-06-2021'AN

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 20-06-2021'AN
19 hezîran, 2021   23:00

-Şêniyên Girkê Legê meşeke girseyî bi armanca şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê li dar dixe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Şêniyên Amûdê bi armanca sîuqastkirina endama HDP’ê meşeke şermezarkirinê li dar dixe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê bi rasthatina Roja Cîhanê ya Penaberan daxuyaniyekê ji dezgehên çapemeniyê re dide. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Endama Rêveberiya Partiya  Sûriya Pêşerojê ya  Minbicê Hind Dagistanî got qutkirina ava Firatê beşek ji siyasetên dewleta Tirk li dijî herêmê ye û li sûcên ku li herêmên dagirkirî pêk tîne zêde dibe da ku gel koçber bike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Rewşebîrên Efrînê diyar kir ku peyama Murat Karayilan di vê demê de gelek girîng e ku divê her kes, bi taybet rewşenbîr, di vê pêvajoyê de xwedî lê derkevin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn bal kişand ser girîngiya xweparastinê, bi taybet li deverên ku heya niha ji hêla dijmin ve dorpêçkirî ne, her wiha diyar kir ku parastin erka her kesî ye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CÎHAN

- Di hefteya borî de lûtkeya di navbera serokên Rûsya û Amerîkayê de li dar ket û tu girîngiyeke mezin neda Sûriyê, tenê lihevkirinên biçûk çêbûn, lê çavdêran da zanîn ku hevdû tawanbarkirin û nakokî berdewam in. Li aliyekî din jî dewleta Tirk li hember lihevkirina Lîbyayê derdikeve, di heman demê de lûtkeya NATO’yê banga sekna li hember gefên rûsî-çînî kir.

KURDISTAN

- Sekreterê P.D.K-S Ebdulkerîm Siko diyar kir ku helwestên partiyên siyasî yên Kurdî û pêşmergeyan ji bo şermezarkirina dagirkeriya Tirk û siyasetên destekdayînên jê re, destpêka şoreşeke Kurdistanî ya berfireh e û pişterast kir ku dê Kurd li hember dagirkeriyê serî hildin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

JIN

- Çalakvanan teqezî li ser destekdayîna berxwedana gerîla heta serkeftinê kir û bang li tevahî jinan û gelê Kurd kir ku li hember êrişên dewleta Tirk serî hildin û berxwedanê bilind bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ÇAND Û HUNER

- Behreyê koçberê efrînî Elî Îbrahîm piştî ku difikirî ew tiştekî duyemîn e, veguherî rastiyekê û got: "Me bawer nedikir ku piştî vî temenî behreya min ewqas deng vede û dengê şêniyên efrînî bi rêya wêneyên xwe derxe." (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

- Mihemed Baqî gelek caran bi destê ewlehiya Sûriyê hate girtin, lê belê wê nehişt têkoşîna xwe berdewam neke û mîrasa hezkirina xwe ji dozê re ji zarokên xwe re veguhast, bi wê re zarokên wî tev li Tevgera Rizgariya Kurdistanê bûn ku azadiya gelê xwe pêk bînin û rûmeta wî biparêzin. Lê hevdîtina wî bi rêber Abdullah Ocalan fena jidayikbûneke nû bû. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Şêniyên Qamişlo da zanîn ku klînîkên gel alîkariya xizanan dikin û heta asteke baş barên wan ên buhabûna teşxîskirina li klînîkên derve sivik kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA