​​​​​​​Hind Dagistanî: Tirkiye bi qutkirina ava Firatê dixwaze gel koçber bike

Endama Rêveberiya Partiya  Sûriya Pêşerojê ya  Minbicê Hind Dagistanî got qutkirina ava Firatê beşek ji siyasetên dewleta Tirk li dijî herêmê ye û li sûcên ku li herêmên dagirkirî pêk tîne zêde dibe da ku gel koçber bike.

​​​​​​​Hind Dagistanî: Tirkiye bi qutkirina ava Firatê dixwaze gel koçber bike
20 hezîran, 2021   01:57
MINBIC-SELWA EBDUREHMAN

Dewleta Tirk a dagirker ji beriya 5 mehan ve ava Firatê qut kiriye û li şûna ku  li gorî peymana di navbera Sûriyê û Tirkiyê de ya 1987`an di saniyê de 500 metrekab av berde tenê 200 metrekab berdide.

Vê yekê bandor li Sûriyê kir, nexasim herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ji ber ku rojane azara cotkarên li keviya Firatê ji ber kêmbûna ava Firatê zêdetir dibe, bi taybet di mewsima havînê de ku di encamê de îsal rêjeya rûbera çandiniyê kêm bû, her wiha rêjeya ava vexwarinê jî kêm bû, qirêj bû û saetên dayîna kehrebê jî kêm bûn.

Têkildarî vê yekê endama Rêveberiya Partiya Sûriya Pêşerojê ya Minbicê Hind Dagistanî axivî û ev nirxandin kir: "Diyar e ku Tirkiye avê wekî alaveke şer li dijî Sûriyê bi kar tîne, nexasim li dijî gelê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, li hemberî vê yekê jî çavdêrî tune ye, civaka navneteweyî bê deng e û peymanan bin pê dike."

Hind Dagistanî destnîşan kir  ku ya herî xetere ku Tirkiyê pê radibe, avê wekî madeyeke bazirganiyê dibîne û ev jî qanûnên navneteweyî û tevahiya peymanan bin pê dike.Hind Dagistanî ev li gotina xwe zêde kir: "Li gorî peymana li gel NY`yê tomarkirî, divê Tirkiye miqdara avê hatiye diyarkirin, berde, lê wê dosya avê wekî zextkirina li dijî gelê herêmê bi kar anî, nexasim piştî modêla Rêveberiya Xweser li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi ser ket."

Der barê rûbirûbûnên li herêmê û qutkirina ava Firatê Hind Dagistanî ev şîrove kir: "Rêveberî ji ber pêwîstiyeke hundirîn hate avakirin ne ku ji bo pêwîstiyên derve hate avakirin, ev rêveberî ji tevahiya pêkhateyên ku ji berê ve bi hev re dijîn pêk hatiye û li herêmê gelek destkeftiyên mezin pêk anîn."

Hind Dagistanî di dawiyê de da zanîn ku hin aliyên derve hewl didin vê rêveberiyê têk bibin, ji lew re di navbera pêkhateyan de provaksyonan derdixin, lê bi saya hişyarbûna gelê herêmê hewldanên wan bi bin ketin.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/94VE2Yq0W_g" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>