​​​​​​​Panorama hefteyê: Lûtkeya Biden-Pûtîn tu girîngiyeke mezin neda Sûriyê

Di hefteya borî de lûtkeya di navbera serokên Rûsya û Amerîkayê de li dar ket û tu girîngiyeke mezin neda Sûriyê, tenê lihevkirinên biçûk çêbûn, lê çavdêran da zanîn ku hevdû tawanbarkirin û nakokî berdewam in. Li aliyekî din jî dewleta Tirk li hember lihevkirina Lîbyayê derdikeve, di heman demê de lûtkeya NATO’yê banga sekna li hember gefên rûsî-çînî kir.

​​​​​​​Panorama hefteyê: Lûtkeya Biden-Pûtîn tu girîngiyeke mezin neda Sûriyê
20 hezîran, 2021   04:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên hefteya borî, behsa encamên lûtkeya Cinêvê ya amerîkî-rûsî, lûtkeya NATO’yê, destwerdana dewleta Tirk li Lîbyayê kir.

 ‘LIHEVKIRINÊN BIÇÛK LI SÛRIYÊ AMADEKARIYÊN SÎNORDARKIRINA ÎRANÊ NE’

Têkildarî lûtkeya di navbera serokên Amerîka û Rûsyayê de rojnameya Şerq El-Ewset wiha nivîsî: "Di encama lûtkeya Joe Biden û Vladimîr Pûtîn de ku duh hate lidarxistin, lihevkirinên biçûk der barê Sûriyê de çêbûn. Ev lihevkirin jî di çarçoveya sînordarkirina hebûna Îranê di demên pêş de ye.

Di vê der barê de dîplomatekî rojavayî ji Şerq El-Ewset re ragihand ku xetên sor in ku Pûtîn û Biden dixwazin di dosyayên nakok de deynin û hewldanên hevkariyê di dosyayên din de wek dosyaya nukleerî ya Îranê û Sûriyê, her wiha şerê li dijî terorê hene.

Her wiha dîplomat anî ziman ku lûtkeya Cinêvê ku çiraya kes bide berdewamkirina diyalogên rûsî – amerîkî li Viyanayê  ku di Tîrmeha borî de hatin rawestandin da ku hin dosyayan nîqaş bikin, ji wan a yekemîn berdewama amadekariyên leşkerî li rojhilatê Firatê (ku şer çênebe), têkoşîna li dijî radîkalan li rojhilatê Sûriyê û çolistanê û Washington dê QSD`ê teşwîqî diyalogê bike. Ya duyemîn; Şamê îqna bike ku bersiva pirsên rêxistina qedexeya çekên kîmyewî li gorî lihevkirina rûsî – amerîkî di sala 2013`an de bide li beramberî ku hikumet mafê xwe yê taybet di rêxistinê de vegerîne.

 ‘GELO NAKOKIYÊN BIDEN Û PÛTÎN KÛRTIR BÛN?’

Girêdayî heman mijarê rojnameya Ukaz ev tişt nivîsî: "Di lûtkeya dîrokî de serokê Amerîkayê Joe Biden rexneyên serokê Rûsyayê ji mafên mirovan li Amerîkayê wek pûç pênase kir. Her wiha Pûtîn di civîna çapemeniyê de behsa hin aliyên hevdîtinê kir û eşkere kir ku wî bi Biden re li hev kiriye da ku her du balyoz vegerin ser karê xwe.

Pûtîn got "Min bi serokê Amerîkayê re têkiliyên bazirganî û hevkariya li Cemsera Bakur û dozên din nîqaş kirin." Pûtîn diyar kir ku têkildarî tevlêbûna Ukraynayê ji NATO`yê re tu tişt tune bû ku bi Biden re nîqaş bikin.”

'DEWLETA TIRK LI DIJÎ LIHEVKIRINA LI LÎBYAYÊ DERDIKEVE'

Têkildarî rewşa Lîbyayê û serdana şaneya dewleta Tirk, rojnameya El-Ereb wiha nivîsî: "Ji helwesta dewleta Tirk a li dijî fermandarê giştî yê Artêşa Lîbyayê Xelîfe Hefter, diyar dibe ku ew li dijî lihevkirina li Lîbyayê ye. Di encama vê helwestê de, dibe ku lihevkirinên giştî yên nîştimanî werin rawestandin.

Ev helwesta dewleta Tirk li ser zimanê wezîrê wê yê parastinê li Lîbyayê hat eşkerekirin, da ku alozî di navbera Hefter û serokê hikumetê Ebd Hemîd El-Debîba de kûrtir bike.”

`LÛTKEYA NATO HIŞYARÎ JI BER GEFÊN ÇÎN LI DIJÎ SÎSTEMA NAVNETEWEYÎ RE, DA`

Têkildarî mijarê rojnameya El-Şerq El-Ewset wiha nivîsî: "Di lûtkeya G7 de, astengiyên Çînê û gefên Rûsyayê di destpêka nîqaşên lûtkeya rêveberên NATO`yê ku duh li Bruksel hate lidarxistin, bûn."

Rêveberan di daxuyaniya dawiya lûtkeyê de wiha hate gotin: "Xwestekên Çînê yên eşkere û rêbazê wê li dijî sîstema navneteweyî ne ku li ser ewlehiya NATO`yê gefan çêdike."

Her wiha rêveberan metirsiyên xwe ji ber xurtkirina hêza Rûsya ya leşkerî û çalakiyên wê yên sorkirinê, nexasim nêzî sînorê NATO`yê anîn ziman û hişyarî dan ku heta Rûsya rêzdariya xwe ji qanûna navneteweyî re eşkere n