Îstîxbarata Tirkiyê 3 şênî ji gundên navçeya Cindirêsê revandin

Artêşa dagirker a Tirk û çeteyên wê yên bi nave "Polîsên leşkerî" 3 şêniyên ji gundên navçeya Cindirêsê ya girêdayî Efrîna dagirkirî revandin.

Îstîxbarata Tirkiyê 3 şênî ji gundên navçeya Cindirêsê revandin
19 hezîran, 2021   18:43
ŞEHBA

Çavkaniyan diyar kir ku îstîxbarata dewleta Tirk û çeteyên wê yên bi navê Polîsên Leşkerî 18`ê vê mehê şêniyên ji gundê Axcelê ya girêdayî navçeya Cindirêsa dagirkirî revandin.

Çavkaniyan ragihand ku şêniyên hatine revandin ev in"Hemdan Hisên (56)û kurê wî Mistefa Hemdan (30)."

Li gorî çavkaniyan îstixbarata dewleta Tirk û çeteyên wê bi buhaneya  têkiliyan  van şêniyan ku berê bi saziyên Rêveberiya Xweser re hebûn ew îşkence kirin û  piştre ew veguhestin aliyekekî nediyar.

/ar/uploads/files/2021/06/19/181416_sbhy-jmyl-swrany.webp

Li aliyekî din jî çeteyên dagirkeriya Tirk ciwanê bi navê Sibhî Cemîl Soranî yê ji gundê Çeqla Cûmê yê girêdayî navçeya Cindirêsê 17`ê vê mehê revand.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê hîn jî li dijî niştecihên resen ên li Efrînê mane sûcan pêk  tînin û armanc ji vê yekê ew e ku bidin koçberkirin.

(eh)