LI Efrînê sûcên artêşa Tirk û  çeteyên wê berdewam in

Çalakgerên hiquqnas diyar kir ku  sûcên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê yên li dijî gelê Efrînê yê dagirkirî berdewam dikin û rêzesûcên ji qetilkirin, revandin, lêdan û avakirina yekîneyên bicihkirinê tomar kirin.

LI Efrînê sûcên artêşa Tirk û  çeteyên wê berdewam in
19 hezîran, 2021   18:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Di raporeke Tora Çalakgerên Efrînê de hat destnîşankirin ku gelek sivîlên li Efrînê di nav de zarok û jin li ser destên artêşa dagirker a Tirk û çeteyên wê hatin qetilkirin, her wiha bi dehan welatî revandin û ew îşkence kirin.

Rapora ku ji 7 heta 19 vê sûcên li Efrînê şopandine, dîrok û deverên rêzesûc belge kirin, nav û wêneyên bi dehan sivîlên ku di qetilkirin, revandin û îşkenceyê re derbas bûne, belge kirin.

Li gorî raporê 8 şênî di nav de 2 zarok, 3 jin şehîd bûn.

Her wiha raporê belge kir ku artêşa dagirker a Tirk û çeteyên wê 22 sivîl revandine, jê 2 zarok û 3 xityar in, di heman demê de jineke ku veguhezandibûn girtîgehên hundirê Tirkiyê revandine.

Raporê piştrast kir ku li Efrînê û gundewarên wê di heman demê de 4 sivîlên bi temenmezin, ji wan jinek ji aliyê artêşa Tirk û çeteyên wê ve li Efrînê û gundewarên wê rastî lêdan û îşkencekirinê hatin.

Têkildarî berdewamkirina sûcên guhartina demografiyê raporê piştrast kir ku dewleta Tirk a dagirker avakirina 4 yekîneyên bicihkirinê berdewam dike da ku malbatên çeteyan li wan bi cih bike.

Raporê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker û komeleyên îxwanî yên girêdayî wê bi piştgiriya komeleyên qeterî û saziyên Tirkiyê, li çiyayên derdora gundên Kefersefra û Hec Hesna yên navçeya Cindirêsê avakirina du gundên bicihkirinê berdewam dikin.

Her wiha dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li derdora gundê Çeqela yê navçeya Şiyê dest bi avakirina navendên bicihkirinê kir ku ji 600 odeyan pêk tê.

Di heman demê de bi piştgiriya Heyva Sor a Qeterê û bi pêkanîna komeleya"Şam El-Xeyriye" ku beşekî ji rêxistina Îxwan El-Musilmîn e li navçeya Şiyê ya girêdayî Efrînê projeyên bicihkirinê ava dike.

Raporê rêzesûcên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ku pêk anîne belge kirin, ew jî desteserkirina xakên çandiniyê û dizîna pezan.

(eh)