Partiya Sûriya Pêşerojê li Hesekê panelek li dar xist

Partiya Sûriya Pêşerojê li Hesekê panelek bi navê "Sûriye ber bi ku ve diçe?" li dar xist. Di panelê de hate piştrastkirin ku çareseriya aloziya li Sûriyê, bi rêya diyaloga di navbera aliyên de ye.

Partiya Sûriya Pêşerojê li Hesekê panelek li dar xist
19 hezîran, 2021   12:37
HESEKÊ

Bi armanca şîrovekirina rewşa siyasî û geşedanên herî dawî li herêmê, Partiya Sûriya Pêşerojê îro panelek li Hola Reşo li taxa Mişêrifê li dar xist.

Bi dehan endam û ciwanên Partiya Sûriya Pêşerojê, saziyên sivîl, rûspiyên eşîrên Ereb û Kurd û nûnerên partiyên siyasî, beşdarî panelê bûn.

Ji rêveberên Komîteya Têkiliyan a Partiya Sûriya Pêşerojê Salih El-Zawba geşedanên dawîn ên di qonaxa heyî de şîrove kirin.

El-Zewba rêjima Sûriyê di têkbirina rewşa Sûriyê di warê aborî û têkiliya tevna civakî, her wiha pêşîlêgirtina azadiyan û ferzkirina zordarî û dûrxistinê, paşguhkirina pêkhateyên Sûrî û binpêkirina mafên gelên herêmê de, sûcdar kir.

El-Zewba her wiha destnîşan kir ku aloziya Sûriyê bi gotin siyasî tê nîqaşkirin û bi awayekî pratîk leşkerî tê birêvebirin, her wiha piştrast kir ku tevî van hemû aloziyên aborî û siyasî yên li Sûriyê ji 2011'an de, rêjîma Sûriyê nakokiya cîhanî û navneteweyî ji bo berjewendiyên xwe bikar tîne.

El-Zawba di dawiya axaftina xwe de, eşkere kir ku nêrîna wan a siyasî, ku çareseriya yekane ya aloziya Sûriyê, bi rêya diyaloga di navbera aliyên Sûriyê de ye, her wiha pêkanîna biryarên têkildar ên Neteweyên Yekbûyî, her wiha avakirina Sûriyê li ser bingehên demokrasî û rêzgirtina pirregniya siyasî ye.

Ji aliyekî din ve, yek ji rêveberên Meclisa Ciwanên Partiya Sûriya Pêşerojê, Lîna Tahir bal kişand ser rol û erkên ciwanan di qonaxa niha de, her wiha anî ziman ku parastina welat di asta leşkerî de tenê têrê nake, lê ew hewl didin ku bigihêjin çareseriyek aştiyane.

Piştre deriyê nîqaşê ji beşdaran re hate vekirin ku nêrînên xwe der barê aloziya Sûriyê û çareseriya wê de pêşkêş bikin.

(dx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/42ILcRGEFIM" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>