Pêşangeha Berhemên Herêmî ya 2'yemîn li Hesekê dest pê kir

Desteya Aborî û Çandinyê ya herêma Cizîrê bi koordîneya Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê piştî Qamişloyê, Pêşangeha Berhemên Herêmî ya 2`yemîn li Hesekê vekir.

Pêşangeha Berhemên Herêmî ya 2'yemîn li Hesekê dest pê kir
19 hezîran, 2021   12:13
HESEKÊ

Pêşangeha Berehmên Herêmî ya 2`yemîn li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dirûşma "Ji pîşesaziyên ekolojîk ber bi xwetêrkirinê ve " bi armanca teşwîqkirina pîşesaziyên herêmî li hola El-Senabil a bajarokê Sefiya yê Hesekê dest pê kir.

61 kargeh û şîrket û kargehên berhemên destan ji herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tev li pêşangehê bûn. Nûnerên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bazirgan û xwediyên kargehên li herêmê beşdarî pêşangehê bûn.

Hevserokê Desteya Aborî û Çandiniyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Silêman Barûdo axivî û got: "Vekirina vê pêşangehê di van şert û mercên dijwar de gaveke girîng e, ew cihê serbilindiyê ye. Her wiha israra xwedî kargehan a zêdekirina berhemên herêmî îsbat dike."

Bi navê Desteya Aborî û Çandiyê ya herêma Cizîrê Ibrahîm El-Hasod axivî û diyar kir ku pîşesaziya herêmî serkeftineke mezin e û ji bo binsaziya pîşesaziya hişk bingeh e ku xebatên cuda ji herêmê re pêşkêş dike.

Hevserokê Meclisa Kantona Hesekê Xebat Silêman jî da zanîn ku pîşesaziyên herêmî di şert û mercên heyî de ji buhabûnê bigire heta bigihêje dorpêça giran a li ser herêmê, pir girîng e ku pêwîstiyên şêniyan peyda bike.

Piştî ku axaftin bi dawî bûn, dayika şehîd Ocalan Şoreş û Ziyad Hesekê pêşangeh vekir.

Tê payîn pêşangeh 3 rojan dewam bike.

Her wiha ev pêşangeh di 12'ê Hezîranê de bi beşdarbûna 60 kargeh û şîrketên herêmî li Qamişloyê hatibû vekirin û heta 14'ê Hezîranê dewam kiribû.

(dm)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/9EY1Ju78sLU" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>