SOHR: Dewleta Tirk 200 çeteyên din derbasî Lîbyayê kirin

SOHR’ê ragihand ku tevî bangên navneteweyî yên vekişandina hemû çeteyan ji Lîbyayê, lê di nava çend rojên dawîn de nêzî 140 çeteyên sûrî ji Lîbyayê vegeriyane û bi 200 çeteyên din hatine şandin.

SOHR: Dewleta Tirk 200 çeteyên din derbasî Lîbyayê kirin
19 hezîran, 2021   12:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Di nava çend rojên dawîn de, dewleta Tirk 140 çeteyên sûrî ji Lîbyayê vegerandin û li şûna wan 200 çeteyên din bi rê kirin.

Li gorî çavkaniyên Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) çeteyên ku hatine şandin, girêdayî komên El-Emşat, Sultan Mûrad û Firqet El-Hemzat in.

Di demekê de ku civaka navneteweyî dixwaze hemû çeteyan ji Lîbyayê derxe, lê dewleta Tirk çeteyan dişîne Lîbyayê.

(bx)