Malbatên şehîdan banga serhildana li hember dewleta Tirk kir

Malbatên şehîdan ên navçeya Dêrikê û Tirbespiyê qetilkirina endama HDP`ê Deniz Poyraz ji aliyê dewleta Tirk ve, şermezar kir û banga serhildanê li gelê Kurd kir.

Malbatên şehîdan banga serhildana li hember dewleta Tirk kir
19 hezîran, 2021   12:08
QAMIŞLO

Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Dêrikê û dayik û hevjînên şehîdan ên navçeya Tirbespiyê ya herêma Cizîrê ji bo şermzarkirina qetilkirina endama HPD`ê Deniz Poyraz ji aliyê çeteyekî girêdayî dewleta Tirk ve, 2 daxuyaniyên cuda dan.

Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Dêrikê di daxuyaniya xwe de qetilkirina Deniz Poyraz şermezar kir. Daxuyanî ji aliyê endama meclisê Şadiya Mihemed Yûsif ve li pêşiya navenda meclisê hate xwendin. 

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku dewleta Tirk ji beriya çend mehan ve hemleyên leşkerî li dijî hêzên gerîla li Herêmên Parastinê yên Medyayê pêk tîne û îro jî partiyên siyasî û HDP`ê dike hedef.

Her wiha hate pişterastkirin ku ev yek planek e da ku komkujiyê li dijî siyasetmedarên di nivîsgehan de pêk bîne ne tenê li dijî Deniz  Poyraz, lê belê ew peyamek ji hemû gelê Kurd û jinên têkoşer re ye ku dewleta Tirk hebûna gelê Kurd bi hemû rêbazan red dike.

Her wiha dayik û hevjînên şehîdan ên navçeya Tirbespiyê jî bi daxuyaniyekê qetilkirina Deniz Poyraz şermezar kir. Daxuyanî ji aliyê endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Tirbespiyê Etiye Umer ve li pêşiya navenda meclisê hate xwendin û hate piştrastkirin ku dewleta Tirk jinan bi taybet dike hedef û banga serhildanê li gelê Kurd kir.

Dayik û hevjînên şehîdan banga serhildanê li hember dewleta Tirk kir û destnîşan kir ku dewleta Tirk jinan dike hedef da ku îradeya gelê Kurd bişikîne.

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/xkRVElQd3cE" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>