Kongreya Star qetilkirina Deniz Poyraz şermezar kir

Kongreya Star a kantona Qamişloyê, navçeyên Amûdê û Til Birakê bi daxuyaniyan şehîxistina xebatkara HDP`ê Deniz Poyraz şermezar kir.

Kongreya Star qetilkirina Deniz Poyraz şermezar kir
19 hezîran, 2021   12:08
 QAMIŞLO

Kongreya Star a kantona Qamişloyê îro têkildarî hedefgirtina xebatkara Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) daxuyaniyek da. Daxuyanî li Baxçeyê Gel a li Qamişloyê ji aliyê endamên Kongreya Star Ibtîsam El-Hisên ve bi zimanê kurdî û bi zimanê erebî jî Senaa Xelîl ve hat xwendin.

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/gesqZAJ0odU" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Naveroka daxuyaniyê wiha ye:

"Dewleta Tirk a faşist kiryarên dûrî pîvanên mirovahiyê li dijî gelê Kurd de dide meşandin, bi rêya siyaseta qirkirin û tunekirina sivîl, siyasetmedaran û girtina wan bê ku bên dadgehkirin ne tenê di hundirê Tirkiyê de, lê belê hemû sînor derbas kiriye da gihaştiye dewletên derdora xwe. Her wiha dagirkirina xwe li ser xaka Başûrê Kurdistanê dike û planên xwe dike da ku şerê navxweyî di navbera kurdan de bide gurkirin, ne tenê di navbera gelê Kurd de lê belê di nava hemû gelê Rojhilata Navîn.

Di demekê de ku dewleta Tirk a faşist bi navê demokratiyê bang dike hemû rêbazên tundî, qirkirin û binpêkirina mafê mirovan bi kar tîne. Ji ber vê yekê di 17`ê Hezîranan 2021`an de çeteyên dewleta Tirk a dagirker êrişî navenda HDP li bajarê Îzmîr kir û êrişî endama HDP`ê kir û di encamê de endama bi navê Dinîz Poyraz di bin çavdêriya dewletê de hat şehîdxistin. Ev plan hatibû amadekirin ji hêla çeteyên dewletê ve.

Dewleta Tirk a faşîst di herêmên ku hatine dagikirin de jinan armcanc digire û bi hemû rêbazên hovane mafên wan bin pê dike û ev kiryarên ku pêk tîne alozî û kirîze ku dewleta Tirk jiyan dike tê de xuya dike.

Em wekî Kongreya Star van êrişan şermezar dikin, her wiha bangawaziyê ji dewletên navneteweyî re dikin ku êriş û kiryaran dewleta Tirk a faşist bidin rawestandin."

AMÛDÊ

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/G2LtEP2JDBQ" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Li aliyekî din Kongreya Star a şaxê navçeya Amûdê jî der barê şehîdxistina xebatkara HDP`ê Deniz Poyraz de daxuyaniyek li pêşiya navenda xwe ya li navçeya Amûdê da.

Daxuyanî ji aliyê endama Kongreya Star Boza Ibrahîm ve hat xwendin. Boza Ibrahîm diyar kir ku ew wekî Kongreya Star a navçeya Amûdê bûyera ku li dijî Deniz Poyraz pêk hat şermezar dikin û wiha hat got: "Divê em weke rêxistina jin bê helwest nemînin û em van êrişên hovene şermezar bikin."

Boza got: "Ev bûyera ku li ser xebatkara HDP`ê pêk hat wekî ya ku li ser Zehra û hevrêyên wê, Hevrîn, Sida û Hind pêk hat."

TIL BIRAK

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/QabXiAZtz0U" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Di heman demê de Kongreya Star a navçeya Til Birak têkildarî heman mijarê, daxuyaniyek da. Daxuyanî li pêşiya navenda Kongreya Star a Til Birak ji aliyê Henan Silêman ve hat xwendin.

Henan diyar kir ku ew wek Kongreya Star êrişa li ser nivîsgeha HDP`ê ya ku di encamê wê de Deniz Poyraz şehîd bû, şermezar dikin.

Henan da xuyakirin ku di demekê de ku dewleta Tirk a dagirker êrişên siyasî û leşkerî li ser gelê Kurdistanê dike û komployekê li ser wan pêk tîne da ku şerê birakujiyê di navbera wan de gur bike, li pêş çavdêriya giştî êrişî nivîsgeha HDP`ê li Îzmîrê jî dike.

Henan got: "Ev êriş û kiryarên dewleta Tirk neqebûlkirina partî û saziyên demokratîk e û bi taybet Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)."

 (sb)

ANHA