Endamên Meclisa Rêveber a Herêma Firatê êrişên li ser HDP`ê şermezar kirin

Endamên Meclisa Rêveber a Herêma Firatê bi daxuyaniyekê qetilkirina endama HDP`ê Deniz Poyraz şermezar kir û diyar kir ku sûcên dewleta Tirk a dagirker ne nû ne.

Endamên Meclisa Rêveber a Herêma Firatê êrişên li ser HDP`ê şermezar kirin
19 hezîran, 2021   11:47
 KOBANÊ

Daxuyanî li navenda Meclisa Rêveber a Kobanê ji aliyê cîgira seroka Desteya Jinan a herêma Firatê Rozîn Mihemed ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de endaman qetilkirina Deniz Poyraz û tundiya li dijî jinan li cîhanê şermezar kir. Her wiha bang li hikumet, desthilat û rêxistinên hiqûqî yên têkildarî parastina mafên mirovan kir ku mafê jiyanê bêyî cudahiya etnîk, olî û neteweyî misoger bikin.

Di daxuyaniyê de endaman destnîşan kir ku dewleta Tirk zimanê kurdî, cil û bergên kurdî û heta navên kurdî qedexe dike, Kurdan ji warên wan dide koçberkirin û gundên wan dişewitîne û wiha dewam kirin: “Sûcên dewleta Tirk ên li dijî gelê Kurd li Tirkiye berdewam in bi taybet li dijî jinan ku rastî hemû cureyên tundiyê tê."

Endaman bi bîr xistin ku di serdema Erdogan de rêjeya sûcên li dijî jinan zêde bûye. Di daxuyaniyê de hate gotin: “Em ji mîna van sûcan matmayî nabin ji ber ku dewleta Tirk her tim azadiyê dikuje û rêzesûcên wê berdewam in. Deniz ne ya yeke û ne jî ya dawî ye. Beriya wê jî Zehra, Hevrîn, Seîda û Hind û gelek têkoşer qetil kirin.”

Her wiha di daxuyaniyê de endaman qetilkirina Deniz Poyraz li avahiya HDP`ê ya Îzmîrê, şermezar kir.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/60utMoVBXUQ" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>