​​​​​​​Çeteyan li Efrînê maleke din desteser kir û gelek sivîl revandin

Çeteyên dewleta Tirk li Efrînê mala welatiyekî ji şêniyên navçeya Cindirêsê desteser kir û gelek sivîl revandin.

​​​​​​​Çeteyan li Efrînê maleke din desteser kir û gelek sivîl revandin
19 hezîran, 2021   11:33
ŞEHBA

Çavkaniyek ji navçeya Cindirêsê ya Efrîna dagirkirî ji ajansa me re ragihand ku çeteyên Ehrar El-Şam mala welatiyê bi navê Îbrahîm Îsa desteser kir û tevahî tiştên di malê de dizîn.

Li gorî heman çavkaniyê, mala Îbrahîm Îsa li ser Kolana 16’an a li navenda navçeya Cindirêsê ye.

Li aliyekî din çavkaniyek ji navçeya Şiyê diyar kir ku çeteyên Lîwa El-Weqas û Lîwa Silêman Şah û El-Emşat di çend rojên borî de bi dehan sivîl ji gundên Hêkçê, Merwaniyê û gelek gundên din li navçeya Şiyê bi tawanên derew revandin.

Her wiha navên kesên hatine revandin, nehatin zanîn.

(dm)

ANHA