Telal Mihemed: Îtîlafa Sûriyê di destê dewleta Tirk de bûye amûr û rastiyan berovajî dike

Telal Mihemed diyar kir ku êrişa li ser Nexweşxaneya Avrîn a Efrînê û hewldanên derxistina fitneyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê beriya lûtkeya NATO`yê plankirî ne û armanc jî reşkirina QSD’ê û berovajîkirina rastiyan e.

Telal Mihemed: Îtîlafa Sûriyê di destê dewleta Tirk de bûye amûr û rastiyan berovajî dike
19 hezîran, 2021   10:44
NAVENDA NÛÇEYAN-EKREM BERAKAT

Îtîlafa Wetenî ya Sûriyê ku di Mijdara 2012`an de di civînên opozîsyonê yên li paytexta Qeterê Dohayê qaşo bi armanca demokratîkkirina Sûriyê ava bû, lê di rastiyê de di destê dewleta Tirk a dagirker de bûn amûr û bû sîwana siyasî ya çeteyên “Artêşa Wetenî ya Sûriyê”.

Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) di daxuyaniyeke xwe de ku duh dabû, got: “Sûcdarên Îtîlafê di hemû astan de bi bin ketine, bi nêzîkbûna hevdîtina Biden-Erdogan re îflasa xwe diyar kir, dest bi destdirêjiya li ewlehiya sivîlan êrişan li dijî projeya Sûriyêya demokratîk kir. Armanca wan reşkirina lehengiyên QSD'ê ye, sûcên wan vê carê bi rêya hedefkirina nexweşxaneya Efrînê û pêkanîna komkujiyan li dijî sivîlan pêk hat. Bi wê re dezgehên wan ên ragihandinê QSD'ê bi van êrişan tawanbar kir, hemwextî wê nûnerên Îtîlafê ji kesên ku li gel wan dixebitin, xwest ku hîn zêdetir xaka Sûriyê dagir bike. Ev nêzîkatî di çaroveya şanoyeke komîk û planeke hişk de tê ku ji kesî nayê veşartin.”

‘ÎTÎLAFA SÛRIYÊ SEDEMA SEREKE YA DIRÊJKIRINA TEMENÊ ALOZIYÊ YE’

Têkildarî mijarê, hevserokê Partiya Aştiyê ya Demokratîk a Kurdistanê Telal Mihemed ji ajansa me re axivî û got Îtîlaf di destê dewleta Tirk a dagirker de bûye amûrek ku siyasetên wê yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne û wiha domand: “Îtîlafa Sûriyê sedema sereke ya dirêjkirina temenê aloziya Sûriyê ye."

Mihemed diyar kir ku siyaseta ku dewleta Tirk dixwest bi rêya çeteyên DAIŞ`ê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk bîne niha hewl dide bi rêya îtîlafê pêk bîne û ev lê zêde kir: “Divê îtîlaf navê xwe biguhere û bike ‘Îtîlafa Tirkî’.”

Mihemed bal kişand ser sûcên ku li herêmên dagirkirî ji aliyên dewleta Tirk û çeteyên wê ve pêk tên û got: “Beriya civîna NATO`yê Nexweşxaneya Avrîn di 15`ê Hezîranê de hat hedefgirtin. Armanca sereke ya wan sûcan ew e ku Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi pêkanîna wê tawanbar bikin. Hemû dizanin ku QSD van kiryaran nake. QSD`ê der barê êrişê de daxuyanî da û got tu têkiliyên wê pê re tune ne.”

Mihemed destnîşan kir ku sûcên di vê dawiyê de li herêmên dagirkirî pêk tên, armanca wê derxistina fitneyê li gelek herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye mîna li Minbicê rû daye. Mihemed îşaret pê kir ku bûyerên li Minbicê plankirî bû û jê armanc dikirin ku QSD`ê reş bikin ku şerê çeteyên DAIŞ`ê dike û desteka jê re tê pêşkêşkirin, rawestînin û got: "Her wiha armanca wan rastiyan berovajî bikin da ku raya giştî li dijî Rêveberiya Xweser derxin."

‘ÎTÎLAF NÛNERTIYA GELÊ SÛRIYÊ Û HETA OPOZÎSYONÊ NAKE’

Mihemed îşaret bi serokê îtîlafê Nesir El-Herîrî kir û got ew îdia dike ku sûrî û muxalîf e û di heman demê de bang li dewleteke dagirker mîna dewleta Tirk dike ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir bike. Mihemed piştrast kir ku Îtîlaf nûnertiya gelê Sûriyê û heta opozîsyona Sûriyê nake.

Mihemed da xuyakirin ku Îtîlafê ragihand ku ew li dijî siyasetên hikumeta Şamê ye lê li hemberî Kurdan xwedî heman zîhniyetê ne. Mihemed wiha berdewam kir: “Heke îdiayên îtîlafê rast in û armanca wê demokratîkkirina Sûriyê ye, divê berê xwe bide Şam û Lazîqiyeyê, ne ku berê xwe bide Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Îtîlaf di destê hikumeta AKP`ê de bûye amûr û planên wê li herêmê pêk tîne.”

Telal Mihemed di dawiyê de got armanca sereke ya îtîlafê pêkanîna siyasetên dewleta Tirk ên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.

(şx)

ANHA