Cibrîl El-Ubeydî: Tu berdêl ji bo derketina hêzên Tirkiyê ji Lîbyayê tune ne

Lêkolîner û akademîsyenê ji Lîbyayê Dr. Cibrîl El-Ubeydî diyar kir ku hewldanên dewleta Tirk ên ji bo têkbirina serweriya Lîbyayê berdewam dikin, ev yek di serdana Hulusî Akar de diyar bû ku bêyî koordîne û agahîdayînê derbasî Lîbyayê bû.

Cibrîl El-Ubeydî: Tu berdêl ji bo derketina hêzên Tirkiyê ji Lîbyayê tune ne
19 hezîran, 2021   09:11
QAHÎRE – EMANÎ EZAM

Berdevkê Fermandariya Giştî ya Artêşa Nîştimanî ya Lîbyayê Lîwaa Ehmed El-Mismarî got derbasbûna wezîrê parastinê yê Tirk Hulusî Akar ji Terablusê re bêyî agahdarkirina dewleta Lîbyayê  binpêkirina serweriya dewleta Lîbyayê ye.

Akar beriya çend rojan bêyî agahdarkirina desthilata Lîbyayê serdana balafirgeha Mihêteqiyê kir û di serdanê de got hêzên welatê wî yên li Lîbyayê ne hêzên biyanî ne.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a (SOHR) diyar kiribûn ku Tirkiyê di 8`ê Adara borî de 380 çete şandine Tarablusê û zêdetirî 6 hezar û 630 çeteyî hê li Lîbyayê ne. Li gorî SOHR’ê armancên Tirkiye hene ku komên çeteyên sûrî li Lîbyayê bihêle da ku parastina baregehên Tirkiyê bike.

Têkildarî mijarê lêkolîner û akademîsyenê lîbî Dr. Cibrîl El-Ubeydî ji ajansa me re wiha axivî: "Serdana wezîrê şer ê Erdogan ji Lîbyayê re hebûna Tirkiyê li Lîbyayê eşkere kir. Ev jî piştî ku bi serbazên Tirk re civiya û serokê Tirkiyê hebûna xwe li rojavayê Lîbyayê yê ji aliyê hêz û çeteyên Erdogan ve hatiye dagirkirin, înkar dike. Serdana Akar hewldana şantajê û berfirehkirina Tirkiyê ye."

ꞌTIRKIYE DIXWAZE DOSYAYAN TEVLIHEV BIKEꞌ

Lêkolîner û akademîsyenê lîbî wiha axaftina xwe domand: “Dewleta Tirk dixwaze kaxezan beriya Kongreya Berlîn-2 tevlihev bike û dixwaze rewşekê derxe û ferz bike da ku dan û standin çêbe. Lê aloziya Lîbyayê nayê çareserkirin. Aliyek heye xwe bi hêzên biyanî çeteyan li ser aliyê din xurt dike. Ji ber wê jî derketina çeteyên, hêzên Tirkiyê û hêzên biyanî ji bo aramiya Lîbyayê û parastina hevsengiya ewlehiya neteweyî girîng e.”

El-Ubeydî di berdewama axaftina xwe de ev tişt anî ziman: “Bi rastî jî rejîma Tirkiyê hin beş ji çeteyên sûrî yên li Lîbyayê ber bi aliyên şer ên ku rola rejîma Tirk lê heye, nexasim Balqan da ku Rûsan şantaj bike û vê yekê li derverên din jî pêk anî.”

Lêkolîner û akademîsyenê lîbî wiha dawî li axaftina xwe anî: “Rejîm ji berê ve û heta niha jî girêdayî Amerîkayê ye. Ji ber wê jî em ji şandina hêzan ji Efganistan û bi taybet ji Keşmîr re matmayî namînin. Rejîma Tirk gelê Sûriyê ji Kurd û Tirkmen wekî çekên kirêkirî bi kar anî û rewşa şer, xizanî û koçberiyê jî keysbaz kir.”

(eh)

ANHA