Li Tirkiyê rêjeya xizaniyê zêde dibe

Bi alozbûna aboriya dewleta Tirk re li gel belavbûna vîrusa Koronayê, rêjeya xizaniyê li Tirkiyê zêdetir bû.

Li Tirkiyê rêjeya xizaniyê zêde dibe
19 hezîran, 2021   09:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî malpera American Monitor pandemiya koronayê hişt ku krîza aborî ya li Tirkiyê aloztir bibe.

Serokkomarê dewleta Tirk Recep Tayyîp Erdogan bi geşepêdana aborî ya domdar ku ruxmî pandemiyê pêk tê, serfiraziyê nîşan dide, lê li gorî deneyên nû şert û mercên jiyanê ku di 15`ê Hezîranê de derketine, kûrbûna têkçûna aborî û xizaniyê li welêt diyar dibe.

Yek ji sedemên vê yekê ew e ku Enqere erka xwe ya destûrî ya têkildarî edaleta civakî di pandemiyê de neaniye cih. Ji ber wê çînên navîn û xizan derbên mezin xwarin û li aliyekî din li Tirkiye li ber hejmara bêkaran zêdetir bû.

Li gorî peymangeha ku serjimarî çêkiriye, ji sedî 58 welatiyên Tirkiyê deyndar in.

 (şx)