Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 54 kesên din bi Koronayê ketin

Desteya Tenduristiyê ragihand ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 54 kesên din bi Koronayê ketine û 2 kes jî mirine.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 54 kesên din bi Koronayê ketin
19 hezîran, 2021   09:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ciwan Mistefa diyar kir ku 2 kesên ku jiyana xwe ji dest daye, mêrek ji Qamişloyê û jinek ji Hesekê ye.

Mistefa piştrast kir ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 54 kesên din bi vîrusa koronayê ketine, ew jî 24 mêr û 30 jin in û li van herêman in:

Hesekê: 14
Qamişlo: 9
Dêrik: 6
Rimêlan: 1
Amûdê: 1
Dirbêsiyê: 1
Kobanê: 1
Reqa: 9
Tebqa: 4
Dêrazor: 1
Kampa Holê: 7

Mistefa da zanîn ku ji nav nexweşên koronayê 3 kes jî baş bûne.

Bi van daneyan re hejmara pêketiyên Koronayê (Covid-19) li Bakur û Rojhilatê Sûriyê gihaşt 18 hezar û 366 kesan; ji wan 761 kesan jiyana xwe ji dest daye û hezar û 854 kes baş bûne.

(dm)