Rojnameyên erebî: Biden ji ber ku cezayên din li Sûriyê ferz nekirin tê rexnekirin

Rojnameyên erebî îro behsa rexneyên li ser rêveberiya serokê Amerîkayê Joe Biden ji ber ku cezayên din li Sûriyê ferz nekirin û hewldanên Misirê yên ji bo rêgirtina li pêşiya tevgerên dewleta Tirk ên li rojavayê Lîbyayê kir.

Rojnameyên erebî: Biden ji ber ku cezayên din li Sûriyê ferz nekirin tê rexnekirin
19 hezîran, 2021   08:50
NAVENDA NÛÇEYAN

`JI BER KU CEZAYÊN DIN LI SÛRIYÊ FERZ NEKIRIN RÊVEBERIYA BIDEN TÊ REXNEKIRIN’

Têkildarî rewşa Sûriyê rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivisî: “Wezareta Gencîneyê ya Amerîkayê der barê aloziya vîrusa koronayê de hikumeta Şamê ji hinek cezayan efû kir û heta niha tu cezayên din ên girêdayî Qanûna Qeysar ferz nekirin. Ji ber wê rêveberiya Joe Biden hat rexnekirin.

Wezareta Gencîneyê ya Amerîkayê roja pêncşemê ev efû derxistin. Her wiha destnîşan kir ku derxistina van îstîsnayan beşek ji hewldanên rêveberiyê ne ku cezayên malî û aborî careke din di ber çavan re derbas bike da ku li pêşiya hewldanên pêşlêgirtina vîrusa koronayê nebin asteng. Di vê çarçoveyê de 2 şîrketên girêdayî hikumeta Şamê Letia û Polymidex hat efûkirin. Li gorî daxuyaniya wezaretê, ev her du şîrketên ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê sala 2020`an ceza lê ferz kiribûn, dikarin di hemû warên parastina ji vîrusa koronayê, keşfkirina wê û dermankirina wê de tev bigerin.

Wezareta Gencîneyê destpêka meha borî cezayên ku berê fez kiribûn li ser 2 şîrketên girêdayî bazirganê sûrî Samir Foz rakirin. Wê demê gencîneyê îdia kir ku ji ber ku tevgerên komên li ser ceza ferz kirine hatine guhertin, ji ber wê ev ceza rakirine.

Endamên Kongreya Amerîkayê ne tenê Komarparêz lê gelek endamên Partiya Demokrat serokê Amerîkayê Joe Biden bi dayîna tawîzan tawanbar kir ku ceza li ser Îran û Rûsyayê rakirin. Her wiha bang li Biden kir ku bi awayekî cidî Qanûna Qayser li ser Sûriyê ferz bike.

Rêveberiya Amerîkayê di heman demê de piştrast kir ku pabendî pêkanîna Qanûna Qayser e û dê rêveberî pêkanîna wê bidomîne da ku rê li pêşiya El-Esed bigire ku sûdê ji nakokiyê yan jî projeyên ji nû ve avakirinê li welêt negire.”

‘QAHÎREYÊ XETA SOR JI SIRTE HETA CEFRAYÊ Û TERABLUSÊ DIRÊJ KIR’

Têkildarî serdana rayedarên misirî ya ji Lîbyayê re rojnameya El-Ereb wiha nivisî: “Serdana serokê îstixbarata Misirê Ebas Kamil ji Terablusê piştre Bingazî re, di nava xwe de gelek peyamên ewlehî û siyasî ji Enqereyê re hewandin mîna ku xeteke din a sor a Misirê li Lîbyayê diyar dikin.

Ebas piştî serdana Hulusî Akar wezîrê parastinê yê Tirk, serdana Lîbyayê kir. Ji serdana Kamil ji Terablusê piştra Bingaziyê re tê fêmkirin ku Qahîre xeta xwe ya sor a mudaxeleya leşkerî dirêj kir. Yanî tê wateya ku ew tevgerên dewleta Tirk û hebûna wê li rojavayê welêt qebûl nake.

Çavdêrên rewşa Lîbyayê destnîşan kir ku serdana Kamil di vê demê de piştrast kir ku dewleta Tirk dibe ku li Lîbyayê di nava aloziyeke girêk de bimîne. Ruxmî ku piraniya helwestên desthilata rêveber a Terablusê weke ku di têkiliyên xwe bi Enqereyê dudilî ne yan jî nêzî wê ne, lê gelek alî banga derxistina wê dikin. Ji ber wê tîma yekemîn neçar dimîne helwesta xwe ya dudilî biguherîne.”

‘EL-HERÎRÎ: HEKE DÛRKETINA MIN AVAKIRINA HIKUMETÊ HÊSAN DIKE EZ Ê DEV JI VÊ ERKÊ BERDIM`

Têkildarî aloziya avakirina hikumeta Lubnanê rojnameya El-Beyan wiha nivisî: “Serokwezîrê Lubnanê yê erkdar Seed El-Herîrî duh ragihand ku avakirina hikumeta bê ji bo wî gelek girîng e lê heke dûrketina wî ji vê erkê dê zayîna hikumetê hêsan bike, dê dev ji karê xwe berde.

El-Herîrî li ser hesabê xwe yê Twitterê got: “Ez ne ji berpirsyariyê direvim lê heke dûrketina min xebatên avakirina hikumetê hêsan dikin û welêt ji aloziya heyî xilas dike, ez ê dev ji vê erkê berdim.”

Çavkaniyên ji Trablusê diyar kir ku lubnanî ji vê ihtimalê gelek metirsîdar in. Li gorî pêşbiniyan, gel wê dakeve qadan û dê tevliheviyeke mezin çêbibe ku nayê kontrolkirin. Alîgirên El-Herîrî wê ne tenê dakevin lê belê wê gelek lubnanî bi wan re bin.”

(şx)