Malbatên gerîla ji PDK’ê re: Li şûna hevkariya bi dijmin re destekê bide gerîla

Malbatên gerîla diyar kir ku berxwedana gerîla berxwedana hebûnê ye û bang li PDK'ê kir ku li şûna hevkariya xwe ya bi dagirkeriya Tirk re, destekê bide gerîla.

Malbatên gerîla ji PDK’ê re: Li şûna hevkariya bi dijmin re destekê bide gerîla
19 hezîran, 2021   08:07
QAMIŞLO- SOLÎN EHMÊ

Bertekên gel ên li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Başûrê Kurdistanê û hevkariya PDK'ê ya bi dagirkeriyê re, zêde dibin.

Malbatên gerîla bang li PDK'ê kir ku li şûna ku li pey planên dewleta Tirk biçe, desteka gerîla bike.

‘DEWLETA TIRK SIYASETEKE HOVANE LI DIJÎ CIWANÊN ME DIMEŞÎNE’

Eyşan Mihemed dayika gerîlayekî ye û diyar kir ku siyasetên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Kurdan diyar in. Ew li her derê Kurdan dike armanc û siyaseteke hovane li dijî ciwanên Kurd dimeşîne.

Dayika Eyşan bal kişand ser bêdengiya civaka navneteweyî ya li hemberî siyasetên dewleta Tirk a li dijî Kurdan û got: “Gelo mafê Kurdan ê jiyanê tune ye? Em jî xwedî maf û ax in û em ê wê biparêzin, em dest jê bernadin.”

Dayika Eyşan diyar kir ku Tevgera Rizgariya Kurdistanê tevgera hemû Kurdan e, gerîla parêzvanên ax û mafên Kurd û Kurdistanê ne û got: “PKK`ê nûnertiya heq û edaletê dike û ne mîna partiyên din e ku li ser berjewendiyên kesayetî ava bûye.”

Eyşanê bang li PDK`ê kir ku piştgiriya gerîla bike û piştrast kir ku parastina ziman û kurdayetiyê erka hemû Kurdan e û divê PDK li şûna hevkariyê bi dewleta Tirk a faşîst re bike, bila piştgiriyê bide tevgera azadiyê.

Her wiha da xuyakirin ku gerîla ciwanên gelê Kurd ê li her çar parçeyên Kurdistanê ne, bi yekitiyê kesek nikare Kurdan tune bike û ev bang kir: “Mil bi mil em ê serkeftinê misoger bikin.”

Dayika Eyşan di dawiyê de bal kişand ser Pêşmergeyên Roj û got: “Ciwanên Rojava yên li Başûr li şûna ku ji aliyê Kurdan ve werin perwerdekirin û xizmeta Kurdistanê bikin, ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve tên perwerdekirin."

‘HÊZ DI YEKÎITIYÊ DE YE’

Bavê şehîd Zelal Ebdulcelîl Mihemed êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Başûrê Kurdistanê şermezar kirin û wiha domand: “Berxwedana gerîla ya li hemberî dagirkeriya Tirk berxwedana hebûnê ye. Lê mîna her carê dê hêzên me bi ser bikevin. Ji ber ku em xwedî maf in û doza gerîla doza Kurd û Kurdistanê ye."

Mihemed destnîşan kir ku ew ê li hemberî hemû êrişên dewleta Tirk piştgiriya gerîla bikin.

Mihemed got divê hemû Kurd li ser astên derûnî û bedenî piştgiriya gerîla bikin. Ji ber ku li gorî nêrîna wî bi saya gerîla gel di nava aramiyê de ye û wiha lê zêde kir: “PKK hebûna me ye. Gerîla hêza me ye. Ji lew re di vê pêvajoyê de piştgiriya wan erka hemû Kurdan e.”

Mihemed bi peyamekê PDK muxateb girt û got: “Baş bizane ku tunekirina PKK`ê tunekirina te ye. Divê hûn xwe ji planên dewleta Tirk bi paş de vekişin. Li cihê hevkariya bi dijmin re piştgiriya Kurdan bike. Ji ber ku hêz di yekitiyê de ye."

(şx)

ANHA