​​​​​​​Nûran Sezgîn: Divê gelê Bakur ji bo Deniz Poyraz bê deng nemîne

Endama Koordînasyona Meclisa Îştar a Mexmûrê Nûran Sezgîn qetilkirina Deniz Poyraz bi bûyereke ne ji rêzê pênase kir û da zanîn ku divê li hember van kiryara jin xwe zêdetir birêxistin bikın û daxwaz ji gelê Bakur kir ku bê deng nemîne.

​​​​​​​Nûran Sezgîn: Divê gelê Bakur ji bo Deniz Poyraz bê deng nemîne
19 hezîran, 2021   08:15
QAMIŞLO - SÎMA BIROKÊ

Di 17`ê vê mehê de li bajarê Îzmîr ê Tirkiyê êrişek li ser buroya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) pêk hat û xebatkara jin a bi navê Deniz Poyraz hat qetilkirin.

Der barê vê bûyerê de endama Koordînasyona Meclisa Îştar a Mexmûrê Nûran Sezgîn axivî û wiha got: "Dema jinek li cihekî zirarê dibîne em hemû pir pê diêşin, ji ber ku em bi dil û giyan yek in.”

Nûran wiha axivî: "Qetilkirina Denîz Poyraz ne bûyereke ji rêzê ye, ev yek bi taybet bi perspektîfa hikumeta AKP û MHP’ê ya faşîst e û bi fermana Suleyman Soylu û Erdogan pêk hatiye."

Nûran destnîşan kir ku piştî derketina ji Hevpeymana Stenbolê li Tirkiyê êrişên li ser jinan zêdetir bûne û wiha dom kir: "Tehemula AKP Û MHP’ê ya faşîst ji bo birêxistbûn û tevgera jinan û israrkirina wan ji bo azadiya nemaye.”

Nûran da zanîn ku divê xwe bi rêxistin bikin û wiha got: "Em dikarin bi xwerêxistinkirinê li pêş qetilkirina jinan bisekinin, divê jinên Bakur û Tirkiyê xwedî li malbat û tola Denîz Poyraz derkevin.”

Nûran diyar kir ku divê gelê Bakur dema mijar êrişkirina li ser jinan be, parastina jinan bike û wiha got: "Kurd û dostên Kurdistanî li Bakur divê li derdora HDP’ê xeleke ji agir çêkin, divê endamên xwe biparêzin û xwedî li wan derkevin. Bûyera ku çêbû bûyereke ne ji rêzê ye, heke em li hemberî van bûyeran xwe nekin yek, wê van bûyeran dubare bikin, divê êdî kes bêdeng nemîne."

ANHA