Televîzyoneke Îranê serkeftina Îbrahîm Reîsî di hilbijartinên serokatiyê de ragihand

Piştî gelek texmînan ku wê Reîsî bi ser bikeve, televîzyoneke Îranê ragihand ku Îbrahîm Reîsî di hilbijartinên serokatiyê de bi ser ketiye.

Televîzyoneke Îranê serkeftina Îbrahîm Reîsî di hilbijartinên serokatiyê de ragihand
19 hezîran, 2021   08:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Televîzyona Îranê ragihand ku Reîsî di hilbijartinan de bi ser ket û da zanîn ku Reîsî bi rêjeya ji sedî 62 ji tevahî dengan bi ser ket. Her wiha da zanîn ku ji 59 miloyan kesî, 28 milyon kes beşdarî hilbijartinan bûn.

Serokê Îranê Hesen Rûhanî îro ragihand ku di dewreya yekem a hilbijartinan de ku duh pêk hatibû, serokekî nû yê komarê bi ser ket, lê navê wî aşkera nekir, her wiha 2 namzetên muhafizên radîkal beriya derketina encamên hilbijartinan, serkeftina Îbrahîm Reîsî pîroz kir.

(dm)