Ezab El-Ebûd: Aliyên derve û hundir hewl didin modela demokratîk bikin armanc

Seroka Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya Minbicê Ezab El-Ebûd got "Hin hêzên derve û hundirîn hewl didin jiyana hevpar û modela demokratîk ku ji bo hemû gelê Sûriyê wek hêviyekî ne, bikin armanc."

Ezab El-Ebûd: Aliyên derve û hundir hewl didin modela demokratîk bikin armanc
19 hezîran, 2021   00:45
MINBIC

Hin aliyên hundirîn û derve, hewl da fitneyê di navbera pêkhate û rêveberiya Minbicê de çêkin lê bi saya haydarbûna gelê Minbicê hewldanên wan têk çûn.

Têkildarî mijarê, seroka Meclisa Partiya Sûriya Pêşeroj ya Minbicê, Ezab El-Ebûd got: "Di van demên dawîn de, bajarê Minbicê di gelek zehmetiyan re derbs bûye, ew zehmetî ne tiştekî nû bûn, ji ber ku aliyên derve wekî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê hewl didin ewlehî û aramiyê li herêmê û li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi giştî têk bibin.”

Ezab El-Ebûd wiha lê zêde kir: "Her wiha li Minbicê fişarên hundirîn hebûn, bi taybet ji rejîma Sûriyê ku her gav hewl dide modela demokratîk ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê serkeftinek pêk anî, têk bibe."

`HIŞYARIYA  GEL, HEWLDANÊN ALIYÊN DERVE Û HUNDIRÎN PÛÇ KIRIN’

Ezab destnîşan kir ku her tim hin alî hewl didin jiyana hevpar û modela demokratîk bikin armanc û got: “Ev alî bi alîkariya hin şaneyên li herêmên me, bi her awayî hewl da fitne û tevliheviyê di navbera pêkhate û eşîran de teşwîq bikin.”

Ezab El-Ebûd diyar kir ku armanca wan ew e ku herêmên wan bixin nav rewşa bêîstîqrariyê, lê bi saya hişyariya gelên herêmên Bakur û Rojhilat Sûriyê, armancên wan bi ser neketin.

`JI XEYNÎ DIYALOG Û HEVGIRTINÊ TU ÇARE NÎN E’

Seroka Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya Minbicê piştrast kir ku bi saya eşîrên li Minbicê û rêveberiya wê ku yekser bersiva daxwazên gel dan ku dixwestin rewşa aborî û jiyanî çareser bibe, derî li pêşberî hemû aliyên hundîr û derve hatin girtin.

Ezab got: “Em wek Partiya Sûriya Pêşerojê piştrast dikin ku ew li kêleka gelê xwe ne û piştgiriyê didin daxwazên wan. Lê divê em bi rêya aştî, diyalog û lihevhatinê nêzî hev bibin. Tenê bi rêya diyalog, yekitiya neteweyî û hegirtina gelê Minbicê, hemû pirsgirêkên gelên Minbicê çareser dibin.".

Ezab her wiha piştgiriya xwe ji QSD'ê re tekez kir û diyar kir ku QSD'ê roleke xwe ya mezin di rizgarkirina bajarê Minbicê û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de heye.

Seroka Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya Minbicê Ezab El-Abûd axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Em ji gelê Minbicê re dibêjin ku em ê her dem li dijî her aliyekî ku dixwaze wan îstismar bike, haydar bin û xwe berpirsyar bibînin."

(dx)

ANHA