​​​​​​​Jinên ciwan ên Cizîrê: Li dijî qetilkirina jinan dem dema hesabxwestinê ye

Yekitiya Jinên Ciwan a Herêma Cizîrê:  Em soz didin ku di xeta şehîd Denîz û hemû şehîdên vê xetê di asta herî jor de têkoşînê bidin meşandin, kesên ku destên wan di rijandina xwîna zarokên vî gelî de heye wê bên muhasebekirin.

​​​​​​​Jinên ciwan ên Cizîrê: Li dijî qetilkirina jinan dem dema hesabxwestinê ye
18 hezîran, 2021   19:22
QAMIŞLO

Endamên Yekitiya Jinên Ciwan a Herêma Cizîrê li çerxerêya Osman Sebrî ya bajarê Qamişlo kom bûn û bi daxuyaniyekê qetilkirina endama HDP'ê Denîz Poyraz şermezar kir.

Endama Yekitiya Jinên Ciwan Selwa Elî daxuyanî xwend û wiha got:

"Li dijî qetilkirina jinan û qetilkirina Denîzan dem dema hesabxwestinê ye. Bê guman sedsala 21'emîn hêjaya ku bi sedsala têkoşîna jinan were naskirin.

Hêzên hegemonîk û xwedî berjewendî bi hemû rêbazan êrişî nirxên civakan dikin. Ya rasttir mirov bêje ku şerê qirkirinê tê meşandin, êrişî xweza, bajar, gund, çand, heta fikir û cewhera mirovan dikin. Xwe li ser ked û berhemên civakan didin avakirin. Mêr xistin amûra sereke ji bo ku hişmendiya xwe pêk bînin û bi koletiya jinan ev yek zêdetir mehkûm kirin.

Ev sîstem û hişmendî rastî serhildanên mezin bi pêşengtiya jinan û ciwanan hatin. Bi hezaran jin li dijî sîstemê derketin û red kirin. Her çiqas têkoşîn û îradeya jinan xurt bû hêrs û kîna zilam ya ku di sîstema desthilatdar de zêde bû û hebûna jinan a fîzîkî û fikirî xist armanca xwe. Li tevahî cîhanê rojane jin rastî kuştin û tecawzikirinê tên. Azadiya jinan azadiya civakê û hilweşandina sîstema desthiltdariyê ye. Ji bo vê hemû jinên ku li dijî desthiltdariyê serî hildidin û gavên ber bi azadiyê ve diavêjin tên hedefgirtin. Bi dehan jinên siyasetmedar û pêşeng kirin armanca xwe,wekî jin şehîd Sara, Zehra û Hevrîn û bi hezran jinên têkoşer û berxwedêr. Herî dawî duh jineke siyaetemedar li Bakur Kurdistanê Denîz ji aliyê hikumeta AKP û hevkarên wê yên hov ve hate şehîdxistin.

Em wekî Yekitiya Jinên Ciwan di serî de sersaxî ji malbatê re dixwazin û soz didin ku di xeta şehîd Denîz û hemû şehîdên vê xetê di asta herî jor de têkoşînê bidin meşandin, kesên ku destên wan di rijandina xwîna zarokên vî gelî de heye wê bên muhasebekirin."

Piştî xwendina daxuyaniyê diruşmyên "Em hemû Denîz in"hatin berzkirin.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/hLPTVDO0NNU" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>