‘Bêdengiya navneteweyî dibe sedem ku dewleta Tirk bêtir sûcan pêk bîne’

Hevserokên saziyên taxa Şêxmeqsûd a Helebê diyar kir ku armanca dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê ew e ku serweriya Osmanî vegerîne. Her wiha diyar kir ku bêdengiya navneteweyî diyar dike ku ew şirîkê sûcên dewleta Tirk e.

‘Bêdengiya navneteweyî dibe sedem ku dewleta Tirk bêtir sûcan pêk bîne’
18 hezîran, 2021   23:38
HELEB-ARIF SILÊMAN

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, ji dema ku axa Sûriyê dagir kir, bi rêya koçberkirina xelkên herêmê û guhertina demografiya herêmê di nava bêdengiya navneteweyî de, planên xwe li herêmê didomîne.

/kr/uploads/files/2021/06/18/195137_-.webp

Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a taxa Şêxmeqsûdê Roşîn Mûsa, der barê bêdengiya navneteweyî li hember siyaseta guhertina demografîk li herêmên dagirkirî de got: "Armanca dewleta Tirk ji dagirkirina herêmên Sûriyê wekî Efrîn, Girê Spî, Serêkaniyê û herêmên din ên Sûriyê, vegerandina serweriya Osmanî li herêmê ye."

Roşîn bal kişand ser siyaseta guhertina demografîk û sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li herêmên dagirkirî û got: "Li herêmên dagirkirî siyaseta guhartina demografîk di astên çandî, exlaqî û koçberkirina xelkên herêmê de pêk tê.”

Roşen axaftina xwe wiha domand: "Di heman demê de li herêmên Serêkaniyê û Girê Spî, dewleta Tirk û çeteyên wê komkujî pêk anîn, xelkên herêmê yên resen koçber kirin û li şûna wan malbatên çeteyan û şêniyên Idlib, Hema, Xutaya Rojhilat û yên din li malên wan bi cih kirin."

Roşîn piştrast kir ku piştî ku dewleta Tirk herêmên Sûriyê dagir kirin, navên wan gundan guhertin û bi zimanê tirkî hatin binavkirin, perwerdeya bi zimanê tirkî li şêniyên herêmê ferz kir, her wiha siyaseta revandina şêniyên Efrînê meşand.

Der barê bêdengiya navneteweyî de, Roşîn Mûsa got: "Sûcên dagirkeriyê li ber çavên cîhanê pêk tê, dîsa jî ev bêdengî berdewam e, ev bêdengî delîlê hevkariya wan bi sûcên dagirkeriyê re ye. Ev yek diyar dike ku Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên mafên mirovan pêşî li ber dagirkeriyê vedikin ku li dijî gelên herêmên dagirkirî komkujî û sûcan pêk bînin.”

/kr/uploads/files/2021/06/18/195152_-.webp

Di heman çarçoveyê de hevserokê Meclisa Taxa Şehîd Rûbar Qamişlo ya li taxa Şêxmeqsûdê, Îsa Mistefa got: "Dewleta Tirk a dagirker ji dema ketina nav axa Sûriyê de, dest bi planên siyaseta guhertina demografiyê kir û îro em dibînin ku dewleta Tirk li şûna xelkên herêmê yên resen, şêniyên herêmên din li malên wan bi cih dike."

Mistefa got: "Çima rêxistinên mafên mirovan û rêxistinên navneteweyî li hember sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gelên herêmê, yên ku ji ber binpêkirinên dewleta Tirk û çeteyên wê bi darê zorê ji malên xwe hatine koçberkirin, bê deng in? Heke rêxistineke mafên mirovan an rêxistineke ku mirovahiyê îdia dike hebe, bila bersiva pirsa min bidin."

Îsa Mistafa di dawiya axaftina xwe de got: "Ev bêdengî rê li ber dagirkerî û çeteyên wê vedike ku sûcan bikin û guhertina demografiyê li herêmê pêk bînin. Ev bêdengî delîl e ku ew di sûcên dewleta Tirk de şirîk in."

(dx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/M3Be5hTj3uk" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>