​​​​​​​Jinên siyasetmedar: Divê jin ji bo azadiya fîzîkî ya rêbertî têkoşînê xurt bikin

Jinên siyasetmdar diyar kir ku armanca desthilata Tirk ji girankirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan ew ku hegemoniya xwe li ser civakên ku azadiya xwe ji azadiyê jinan dibîne, ferz bike. Jinan gotin, divê têkoşîn were xurtkirin da ku tecrîd were rakirin û azadiya fîzîkî ya rêberî pêk were.

​​​​​​​Jinên siyasetmedar: Divê jin ji bo azadiya fîzîkî ya rêbertî têkoşînê xurt bikin
19 hezîran, 2021   03:04
QAMIŞLO – SOLÎN EHMÊ

Rêber Abdullah Ocalan di 15'ê Sibata 1999'an de bi komployeke navneteweyî hate girtin û radestî dewleta Tirk hate kirin. Ji dema dîlgirtinê ve, desthilata Tirk tecrîdeke giran li dijî wî ferz kiriye û rê nade malbat û parêzeran ku serdana wî bikin.  Bertekên gel, nexasim ên jinan ên li dijî tecîrdê roj bi roj zêde dibin.

Rêbertî di têkoşîna xwe de cihekî mezin da jinan da ku ji fikirê desthilatdar were rizgarkirin û di tevahî qadan de cihê xwe bigirin. Her wiha azadiya civakê bi azadiya jinan ve girêda da.

/kr/uploads/files/2021/06/18/204504_-.webp

Girêdayî mijarê, endama Koordînasyona Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Xewla El-Îsa ji ANHA'yê re axivî û diyar kir ku armanca dewletên kapîtalîst ji komploya li dijî rêber Abdullah Ocalan ew  ku fikir û felsfeya wî di nav gelan de belav nebe, aramî û ewlehiyê têk bibin, di heman demê de civakan ji hev bixin.

Xewla El-Îsa bi domdarî got: "Armanc ji tecrîda girankirî û komploya navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan têkbirin û jihevxistina yekitiya gel û pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Dewleta Tirk bi dewletên din, bi taybet dewleta Sûriyê re li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dibe hevkar, ji ber ku azadiya jinan û serkeftina Rêveberiya Xweser a bi saya fikirê rêbertî ne li gorî berjewendiyên dewletên mezin in."

' JIN BI BERXWEDAN Û TÊKOŞÎNA XWE DIKARE AZADIYA XWE PÊK BÎNE'

Xewla destnîşan kir ku bi saya fikir û felsfeya rêber Abdullah Ocalan jin ji adet û qeydên eşîrtî rizgar bû û wiha dom da axaftina xwe: "Di dema hebûna çeteyên DAIŞ'ê li herêmê de, jinên Ereb gelek azar dîtin û tevahî mafên wan çewisandin. Lê bi fikir û felsfeya rêber Ocalan jinan xwe û herêmên xwe ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar kirin."

Xewla El-Îsa diyar kir ku rêbertî di hemû parêznameyên xwe de destekê didin jinan û wiha got: "Rêbertî diyar kir ku rizgarkirina civakê destpêkê bi xwerizgarkirina jinan dest pê dike û jina xwedî îrade û israr dikare bi têkoşîn û berxwedana xwe azadiya xwe pêk bîne. Em jî jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê fikir û felsfeya rêbertî ji xwe re esas digirin, rêbertî cihekî layiq da jinan heta ku gihişt pêvajoya xweserbûnê û roleke girîng di tevahî qadan de lîstin."

Rêber Abdullah Ocalan di parêzanemaya xwe 5'an de têkildarî jinan dibêje: "Pênaseya jinan û diyarkirina rola wan di jiyana civakî de ji bo jiyaneke xweş şertekî sereke ye, ya girîng têgeha jinan wekî hebûnê were famkirin."

Xewla anî ziman ku peyama rêber Abdullah Ocalan a ji bo gelan û jinan bi taybet li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tê û diyar kir ku Tirkiyê nikare ramanê wî di girtîgeha Îmraliyê de bifetisîne.

/kr/uploads/files/2021/06/18/204433_-.webp

Endama Nivîsgeha Jinan a TEV-DEM'ê Taz Başa jî diyar kir ku felsefeya rêber Ocalan felsefeya jina azad e û got: "Rêber Ocalan girîngî da rêxistinbûyîna jinan da ku azadiya xwe bi dest bixin."

'JIN DÎROKA XWE BI DESTÊ XWE DINÎVISÎNE'

Taz da zanîn ku jin li Bakur û Rojhilatê Sûriyê roleke girîng di tevahî qad de, siyasî, leşkerî û civakî de lîstin û li cîhanê bûne mînak û wiha dom da axaftina xwe: "Jin bi hêz û îradeya xwe ya ku xwe dispêre fikirê rêber Ocalan dikarîbû çeteyên DAIŞ'ê têk bibin. Niha jin bi syaa fikir û felsfeya rêber Ocalan dîroka xwe bi destê xwe dinîvisînin."

'TECRÎDA LI SER RÊBERTÎ TECRÎDA LI GELÊN AZADÎXWAZ E'

Taz Başa diyar kir ku jinên ku gotinên rêber Ocalan pêk tînin dikarin xwe di civîn û saziyên cîhanî de îsbat bikin û banga mafên tevahî gel û pêkhateyan bikin û got: "Ev gav ji bo jinan gelek girîng e. Rêber Abdullah Ocalan ji bo avakirina civakeke azad tê dikoşe. Lê ji ber ku ev fikir ne li gorî berjewendiyên dewletên kapîtalîst e, tecrîdeke giran li ser wî ferz dikin."

Taz Başa di dawiya axaftina xwe  tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan bi tecrîda li ser tevahî gelên azadîxwaz bi nav kir û bang li jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku têkoşîna xwe li gorî piransîpên rêbertî bidomînin heta ku tevahî jinên cîhanê azadiya xwe bi dest bixin.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/vuegCc9skO4" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>