​​​​​​​Êrişa li ser avahiya HDP û qetilkirina Denîz Poyraz li Helebê hatin şermezarkirin

Bi  pêşengtiya Tevgera Jinên Ciwan a Helebê bi sedan şêniyên taxa Şêxmeqsûdê daketin qadan û qetilkirina endama HDP'ê ya Îzmîrê Denîz Poyraz şermezar kir.

​​​​​​​Êrişa li ser avahiya HDP û qetilkirina Denîz Poyraz li Helebê hatin şermezarkirin
​​​​​​​Êrişa li ser avahiya HDP û qetilkirina Denîz Poyraz li Helebê hatin şermezarkirin
​​​​​​​Êrişa li ser avahiya HDP û qetilkirina Denîz Poyraz li Helebê hatin şermezarkirin
​​​​​​​Êrişa li ser avahiya HDP û qetilkirina Denîz Poyraz li Helebê hatin şermezarkirin
​​​​​​​Êrişa li ser avahiya HDP û qetilkirina Denîz Poyraz li Helebê hatin şermezarkirin
​​​​​​​Êrişa li ser avahiya HDP û qetilkirina Denîz Poyraz li Helebê hatin şermezarkirin
18 hezîran, 2021   18:28
HELEB

Di meşê de pankartên bi nivîsên"Em hemû Denîz in", "Jin jiyan e" û "Bimre faşîzm, xiyanet û dîktator" hatin vekirin û alên Tevgera Jinên Ciwan hatin hildan.

Meş ji pêşiya hola civînan a beşê rojavayê taxa Şêxmeqsûdê dest pê kir û li qada Şehîd Destîna ya rojhilatê taxê rawestiya.

/ar/uploads/files/2021/06/18/180010_e280abbrwyn-mhmd-nskhh.webp

Li qada Şehîd Destîna deqeyeke rêz hate girtin. Ji rêveberên Tevgera Jinên Ciwan Perwîn Mihemed axivî qetilkirin şehîd Denîz Poyraz şermezar kir û got, tevgerên jinan wê têkoşîna xwe xurt bikin heta sûcdar werin muhasebekirin.

Perwîn Mihemed li dijî tundiya li ser jinan û ji bo sûcdar werin muhasebekirin banga hevgirtinê li hemû jinên Kurdistan û cîhanê kir.

Mîtîng bi berzkirina diruşmeyên dilsoziya bi şehîdan re bi dawî bû.

ANHA